Polîs cardin êrîşî cenazeya Gûnay Ozarslan kir

13:42

JINHA

STENBOL - Welatiyan duh ji ber êrîşa polîsa cenazeyê Gunay Ozarslan a ku di operasyona binaçvkirinê de hat qetilkirin ranekiribûn, îro jî polîsan êrîşî cenazeyê kir. Dayika Ozarslan diyar kir ku ev 3 roj in ji ber êrîşên polîsan ew nikarin cenazeyê keça xwe defin bike û bertek nîşanî êrîşa polîsan da.

Polîs nahêlin merasîma cenazeya Gûnay Ozarslan 2 roj berê di encama operasyona binçavkirinê ya li Bagcilarê ji hêla polîsan ve hatibû înfazkirin pêk were. Duh cenazaya Gûnay anîn Cemevî ya Gaziyê û ji bo definkirinê xwestibûn bibin Goristana Gaziyê. Polîsan êrîşê cenazeyê kir û li ser vê êrîşê merasîma cenazeyê hatibû betalkirin. Polîsan îro jî bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş bir ser welatiyên li ber Cemevî kom bibûn kir. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Alî Kenanoglu û Turgut Oker û gelek welatî ji ber êrîşa polîsan li Cemevî asê man. Her wiha ciwan li kuçeyan bi polîsan re şer kirin û pevçûn hê jî didome.

'Çima nahêlin em cenazeyê xwe defn bikin'

Dayika Gûnay, Makbule Ozarslan di çalakiya Federasyona Elewî Bektaşî ya ji bo şermezarkirina rojnameya Akîtê li dar xistin de axivî. Makbûle bertek nîşanî êrîşa polîsan a ku nahêlin cenazeyê keça wê were definkirin da û ev tişt anî ziman: "Ez ê cenazeyê keça xwe li gorî kevneşopiya xwe defin bikim. Polîsan 15 gule berda bedena keça min a razayîbû. Tenê sûcê keça min şoreşgeriya wê bû. We wê wekî terorîst be qetil kir ez ê jî keça xwe wekî terorîst veşêrim. Çima nahêlin em cenazeyê xwe defin bikin."

(pk/ch)