Ciwanên Rojava PDK û AKP’ê şermezar kirin

14:46

JINHA

EFRÎN - Ciwanên Efrînê li dijî siyasetên PDK û AKP’ê yên li dijî gelê Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku Seroka Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Tirkan re riya bombebarana herêmên Parastinê yê Medya amade kiriye.

Bi dehan endamên Rêxistina Tevgera Ciwanên Rojava ya Efrînê li dijî siyasetên PDK’ê û AKP’ê yên dijberiya Şoreşa Rojava û bombebarana li dijî herêmên Parastina yên Medyayê meşiyan. Ciwanên ku aliyên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan ên Şoreşger, her wiha alên HDP’ê û meşele di destê xwe de hilgirtibûn û bê navber diruşmeyên li dijî dilsoziya bi hêzên YPG/YPJ’ê re û diruşmeyên li dijî helwesta AKP’ê berz dikirin.

Ciwanên li nava kolanên bajar geriyan li Çerxeriya Newroz kom bûn û li vir ciwanan daxuyanî ji raya giştî re dan. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên Komkujiya Pirsûrê re hate xwestin û şîfa ji birîndaran re hate hêvîkirin û di berdewamiya dexuyaniyê de wiha hat gotin: " komkujî bi dest DAIŞ’ê û AKP’ê pêk hatiye."Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku agahdariya Mesûd Barzanî bi bombebarana li ser herêmên Parstina Medya yê hebû û wiha hat gotin: " Bi vê yekê Barzanî û PDK’ê di êrîşê de hevkarin. Em van nêzîkatiyên Barzanî wekî îxaneta li dijî gelê kurd dinirxînin."

Di daxuyaniyê Çeteyên DAIŞ, Erdogan û Barzanî hatin şermezar kirin û soz bilindkirina tekoşînê hate dayîn.

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû ciwan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

(rc)