Meşa gel a ji Ranya ber bi Qendîlê destpê kir
16:35
JINHA
SILÊMANIYÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî li Baxê Giştî yê Ranya kom bûn.
Bi sedan welatiyên di serî de ji Silêmaniyê, Hewlêr, Dihok, Zaxo, Germiyan û Helepçe ji gelek bajar û navçeyan hatin, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ber bi bajaroka Sengeser a Ranya ketin rê. Girseya li vir meşek pêk anî wê derbasî gundê Enzê yê Qendîlê bibe û li wir daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
Di meşa ji aliyê Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistan, RJAK ve hat organîzekirin, YNK, Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistan, Partiya Sosyalîst, Tevgera Goran jî di nav de gelek partiyên siyasî û nûner jî tevlî meşê bûne.
Di meşa ji sedan wesayîtan pêk tê bi hezaran kes amade ne.
(rc)