Nûr Xelîl: Êrîş dawîhatina dewleta Tirk nîşan dide
12:01
Roksen Efrin-Şevîn Şervan/JINHA
QAMİŞLO - Endama Meclîsa Rêzikdanî ya Kantona Cizirê Nûr Xelîl diyar kir ku konsepta şer a Tirkiyê dest pê kiriye dawîhatina wî dide xuya kirin û got: '' Êrişên girtinê û komkujiyên ku pêk tên ji ber daxwaza xeniqandina şoreşa Rojava ye û tê xwestin ku vîna gelan a li ser esasên wekheviyê ava dibe were şikestin.
Endama Meclîsa Rêzikdanî ya Kantona Cizirê Nûr Xelîl da zanîn ku êrîşên Tirkiyê ya ji bo xeniqandina şoreşa Rojava û bombardimana li Qadên Parastina Medyayê tê kirin, her wiha operasyonên Pirsûs û qîrkirina sîyasî perçeyek vê konsepta şer e û got: '' Konsepta şer dawîhatîna dewleta Tirk nîşan dide. '' Nûr da zanîn ku êdî têkîliya dewleta Tirkiyê û yê DAÎŞ'ê jî alî hemû cîhanê ve tê zanîn û êrîşên ku hate kirin bêbandore û wiha pê de çû: '' Li Kurdîstana Rojava de şoreşek nû pêk tê û dewleta Tirk li hember vê lehengiya mezin êdî nikare xwe bigre û êdî nizane çi dike. AKP jî DAÎŞ jî serkeftina şoreşê dît û jî ber vê jî dixwaze bide xeniqandin. Lewre hemû kes bi hêviyek mezin li vê şoreşê dinêre.''
'Dawiya wan hatiye'
Nûr da xuya kirin ku êrîşa li hember ciwanên sosyalîst a ji bo di navbera gelan de bibin pirek xwestin werin Kobanê êrîşek bi plansazî bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Dewleta Tirk DAÎŞ ava kir. Di vê komkujiyê de tiliya dewleta Tirk jî heye. Dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'ê li Rojava şer da meşandin. Lê ev şerê qirêj binketina dewleta Tirk e. Şoreşa Rojava bi vîna gelan pêk hat. Bi êrîşa Pirsûsê xwestin ku tirs têxin nava dilê ciwanan lê biserneketin hêrs û vîna me hê mezin bû. Niha jî dest bi bombebarandina çiya kirine. Ev polîtîqayên qirêj dawîhatina dewleta Tirk nîşan dide.''
'Vîna gelan dê biserkeve'
Nûr diyar kir ku êrîşên li ser Qadên Parastina Medyayê şermezar dikin û wiha dawî da axaftina xwe: '' Bi agir dileyizin. Gelê Kurd vîna xwe ya jiyanek hevpar a bi gelên din re da xuya kirin. Her êrîş dê li wan vegere û zirarê bide wan. Projeya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê biserbikeve''
(ch)