Feleknas Uca: AKP sebra gel dide zorê
12:02
JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku bi fermana hikumeta AKP'ê balefirên şer yên tirkan êrîşî derveyî sînor dikin û operasonên siyasî berdewam dikin û got: "Hikumeta AKP'ê bi êrîş, operasonên qirkirina siyasî û hewanên danîne Pirsusê sebra gel dide zorê. Dema ku şer derkeve dîsan dê hikumet poşman bibe."
Êrîşên ser herêmên parastina mediyayê û operasonên qirkirina siyasî berdewam dikin. Li hember operason û êrîşên berdewam dikin bertekên gel û hilbijêran her diçe zêde dibe. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca bertek nîşanî şer îlankirina AKP'ê da û di demên dawiyê de agahiyên di rojeva Kurdistan û Tirkiyê de runiştine nirxand.
'Armanc lewazkirina hêza me û dibin bendê de hêlanbû'
Feleknas wiha berdewam kir: "Gelek balkêşe ku hikumeta AKP'ê û Serokomarê wê Tayyip Erdogan dibin navê DAİŞ'ê de opereson dane despêkirin, operason ne li hember çeteyên DAIŞ'ê li hember tevgera azadiya kurdan politikayek tê rêvebirin. Di 3 rojên dawiyê de di operasonên qirkirina siyasî de zêdeyî 5 sed siyasetmendarên kurd, kesayetên demokrat û xebatkarên me hatin girtin. Li ber çavan dixwiyê ku despêkirina operasonên leşkerî û siyasî, ji bo hilbijartina zu lewazkirina xebatên me û dibin bendê de hêlane."
'Roja sêşemê li meclisê civîna me ya koma HDP'ê heye'
AKP li hember gelê kurd hişmendiya DAİŞ'ê dixe meriyetê û wiha pêde çu: "Me weke HDP duh deklerasyonek weşand. Em weke HDP, DBP û KCD bi hemû îtifaqên xwe re hatin bahev. Di biriyarên me girtin de xalên weke emê neyê van lîstokan, emê nekevin nava şer, emê li hemberî şer bi awayek demokratîk xebat û çalakiyên xwe berdewam bikin. Roja sêşemê li meclisê civîna me ya komê heye. Piştî civînê emê bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta xwe û xebatên xwe yên ji niha û şun de diyar bikin."
'Dê nikarin me têxin nava vê lîstoka şer'
Feleknas balkişand ser despêkirina operasonên siyasî û êrîşên dersînor û wiha dom kir: "Îro xwezaya me tinin xarê û desturê nadin ewlehî bê girtin yan jî mudaxele bê kirin. Li wê ne tenê xweza, dîrok û nirxên me ji tine dibin. Em bang li hemû kesayetên demokrat, gelê kurd û tirk dikin li hember şerê tê meşandin serî rakin. Emê li hember hişmendiya şer xwaz a ku desturê nade meşa me ya aştiyê, emê xebatên xwe yên aştiyê berdewam bikin. Bila baş bizanin dê nikarin me têxin nava şer û emê helwesta xwe ya aştiyê berdewam bikin."
'Dê xebatên me yên ji bo aştiyê berdewam bike'
Feleknas anî ziman ku divê li hember vê rewşa hikumetê û Serokomar dayî despêkirin bêdeng nemîne û wiha axivî: "Liderên ku biriyara şer didin zarokên xwe ji şer dur digirin ji derveyî welat didin jiyankirin. Zarokên gelê hejar didin qetilkirin, agir dixin nava dilê ayîk û bavan. Divê êdî kes neyên van lîstokan û pêşî li van lîstokan bigirin. Divê êdî gelê tirkiyê biriyara xwe bide. Ev 40 salin em vê tekoşînê didin. Di salên 90'an de me serê xwe netewand, emê ticari netewînin. Emê heya dawiyê tekoşîna xwe ya ştiyê berdewam bikin, em bang li hemu derdorên baldar dikin ku ji bo israra aştiyê li gel me cih bigirin. Hikumeta AKP'ê bi êrîş, operasonên qirkirina siyasî û hewanên danîne Pirsusê sebra gel dide zorê. Dema ku şer derkeve dîsan dê hikumet poşman bibe."
(zt)