Zarokê 10 salî ku ji ber polîsan reviya jiyana xwe jidest da

12:11

JINHA

AMED - Duh bişev Beytullah Aydin ê 10 salî ket valehiya hewayê û jiyana xwe jidest da. Beytullah dema ku ji ber polîsan reviya ket valehiya bînayê û jiyana xwe jidest da.

Duh bişev li ser cadeya Ogretmenler ya Taxa 5 Nîsan ya navçeya Rezan a Amede ji bo protestokirina êrîşên heyawî çalakî hebûn. Di dema êrîşê de zarokê bi navê Beytullah Aydin ê 10 salî dema ku hewilda ji ber polisan bireve kete bînaya 8 qat, di hindirê bînayê de ket nava valehiyekê û giran birîndar bû. Beytullah rakirin nexweşxanê li gel hemû hewildanan ji nehat rizgarkirin.

Walitiyê ne pejirand lê mala zarok ne li wê bînayê ye

Heya denengiya şevê çalakiyên protestokirnê berdewam kirin, lê daxuyaniya ji aliyê Walitiya Amedê ve hatî çalaki ne pejirand. Daxuyaniya Wali wihaye: "Di wan saetan de ti çalakiyên civakî nebûn." Nêrînên ku Beytullahê jiyana xwe jidest dayî avahiya ku ketiyê mala wî li wê nebûye ji ber polisan reviyaye ketiye hindirê avahiyê zêde dibin.

(zt)