Dayîkên Aştiyê: Polîtîkaya we a şerê qirêj zarokê me dide kuştin

12:38

Duygu Erol-Fîlîz Zeyrek /JINHA

ENQERE /EDENE - Dayîkên Aştî yên Enqere û Edenê diyar kirin ku ewê li hember polîtîkayên şer yên AKP'ê bibin yek deng û gotin: "Ji ber berjiwandiyên polîtîkayên we yên qirêj zarokên me dimirin. Emê li hember vê yekê xwe bikin mertal û destûrê nedin."

Dayîkên Aştiyê yên ku di şer de zarok û xizmên xwe wenda kirine, bi salane ji bo parastina jiyanê têkoşîn dikin. Dayîkên Aştî li hember konsepta şer ya ku AKP'ê xistiye dewrê û siyaseta qirêj ya dewletê bertek nîşan dan. Endama Meclîsa Dayîkên Aştî ya Edenê Munube Koç diyar kir ku ew êrîşên ku li hember herêmên Parastinê yên Medya yê bi guman dişopînin û got: "Em ji aştiyê bi hêvîbûn, lê êrîşên hewayî yên dawî me bi guman dike. Ez bi gumanim ji bo zarokên xwe ne rihetim. Lê emê destûrê nedin ku zarokên me bên kuştin. Ez bang li tevahî dayîkan dikim ku li hember vî şerê bê deng nebîmîn in. Em dest û pî girêdayî rûnenin. Em naxwezin zarokên tu kesê bên kuştin û zararê bibînin."

'Bila tecrîda li ser Rêberê me rabe'

Endama Dayîkên Aştî Mahabat Akın xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê bi qetilam, binçavkirin û operasyonan qirkirinê dixwezin vê yekê bi gelê Kurd bidin qebûl kirin. Mahabat got: "Em wek Dayîkên Aştî bi salane vê têkoşînê ji bo ku zarokên me nemirin û dayîk negirîn didin. Ne li çiya û ne jî li bajar êdî em naxwezin zarokên me bimirin. Di pêvajoya hilbijartinê de me li her derê ji bo ku aştî pêk were me israr kir û ev pêvajo bi kedek mezin hat heya roja îro. Li şûna ku operasyon li hember DAIŞ'ê pêk were li hember ciwanên HDP'ê û gelê Kurd pêk tê. Dixwezin tundiyê li ser gelê Kurd pêk bînin. Em dibêjin êdî bese. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Dixwezin pêşî li daxweza me ya aştiyane bigirin. Çiyayên me û gelê me yê sivîl tên bombardoman kirin. Tûlbendê me yên spî nayê pejrandin."

'Em bi hevre dengê xwe bilind bikin'

Dayîka Aştî Yildiz Bahçecî anî ziman ku siyaseta Tirkiyê qirêje û wiha got: "Gelê û hikûmeta Tirkiyê çav û guhê xwe girtiye raperîn û hewara me nabîse û naxweze bibîse. Bi salane em dewa aştiyê dikin û bangawaziya me ya aştî ji sala 1993'an de didome. Mûzekare tên despêkirin lê her di nîvî de tê hêştin. 3'ê salin mûzekere hatiye despêkirin û hilbijartina 7'ê Hezîranê pêk hat. Lê desthilatdariya ku AKP'ê dexwez dikir nebû. Li ser Rêbertî tecrît tê meşandin ev tecrît li hember gelê Kurd e. Dayîkên Aştî bi salane di destê xwede tûlbendên spî digrin û dewa aştiyê dikin, lê jinên Tirkiyê vê dengê me nabîse. Zarokên ku li Pîrsûsê di destê wande leystokên zarokan heyî hatin qetilkirin û li hember vê yekê dayîkek li ser tabûtê zarokê xwe aştî daxwez kir. Lê kes vê yekê nabîne û nabihîse. Raperîna me êdî mezine. Ji bo herkesê ku li ser vê erdîngeriyê dijî em aştiyê dixwezin."

'Ev mirovahiyek çawa ye?'

Endama Meclîsa Dayîkên Aştî ya Enqerê Şemse Bagdu diyar kir ku, ew di serî de 32 ciwanên ku li Pîrsûsê hatin qetilkirin bi bîrdixe. Şemse bertekê xwe wiha vegot: "Bi salane li ser gelê Kurd şerê berjiwendî hûn pêk tînin. Hûn dikûjin, dişewitînin û tine dihesibînin. Ev 3'ê sale em dewa aştiyê dikin lê hûn her qetilaman li ser me pêktînin. Li Rojava û Şengalê çeteyên tecevûzkar we xist dewrê. Di serîde zarok û jin hemû mirovên ku bê guneh hatin tecevûz kirin û kirin kole. Ev yek têra nakê vê carê bi sûsa ku êrîş li hember çeteyên DAIŞ'ê pêktîne berê çek, tank û balafirên şer daye Kurdistanê. Ev mirovahiyek çawa ye? Mijar demê dibe Kurd çavê we tejî xwîn dibe."

'Ev 40 salin gelê Kurd têkoşîn dike û ewê dîsa berdewam bikin'

Endama Meclîsa Dayîkên Aştî Ayşe Elagaşi jî wiha got: "Berdêlê vê çi dibe bila bibe, wek dayîkên bi êş tu car emê destûrê nedin ku xwînê zarokên me birje. Gelek kes hatin û çûn lê em hîna li ser piyê xwe ne. Gel bi vîna xwe bi dehan serokkomar, serokwezîr û serkana giştî ya leşkerî hilweşand. Tu ji çiyê xwe bawar dikê Tayyîp Erdogan? Ev gel wê desthilatdariya te jî hilweşîne. Tê zarokên me nekî amûrê polîtîkayên xwe yê qirêj."

'Wîjdanê we tûne ye?'

Dayîka Aştî Gûle Ozbay wiha bertekê xwe anî ziman: "Dawiya Erdogan wê weke Saddam be. Em wek dayîk bi hêrsin û di aştiyê de bi îsrarin. Bi tevahî jin emê dest bidin hev û ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin." Dayîka Aştî Ayşe Er jî wiha got: "Êrîşên ku gelê Kurd hedef digre armanca wê pêvajoya aştiyê bi dawî kirine. Hêviyê gelên evîndarê aştiyê bi şer dixwezin bidin wenda kirin. Dewleta ku berjiwandiyê xwe bike dewrê mirinê mirovên bê guneh ne xema wane. Ya herî zêde stembarê şer jine, kezeba me dişewite. Bi sedsalane nefret û kîna we ne bese, hûn ji gelê bê guneh çi dixwezin? Hûnê çawan hesabê bidin xwedayê xwe, wîjdanê we tûne ye? Zarokê we jî hene, dilê me nagre ku em nifiran bikin, dilê we çawan digre hûn mirovên me qetilbikin? Bi dehan mirov hat qetilkirin, tecevûz kirin û zarok di hemêzên dayîkên xwede ji birça û têhnan mirin, wan hewaran tu car we ne bihîst,ma îmanê we tûne ye?."

(rc)