Sirîn hat rizgarkirin
14:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de, şervanên YPG/YPJ'ê yên 18 roj in bi hesasiyeteke mezin tevdigerin, bajarokê Sirînê ji çeteyan paqij kirin û azad kirin.
Hêzên YPG/YPJ'ê îro danê sibehê ketin nava bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê ye û şerekî giran lê rû da. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin. Bajarokê Sirîn demeke dirêj e di bin dorpêçiya hêzên YPG/YPJ'ê de bû. Bajarok ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû mayinkirin û gelê sivîl yê bajarok dîl li hemberî operasyonên YPG/YPJ'ê weke mertal ji aliyê çeteyan ve dihat bikaranîn. Her wiha duh êvarê 3 qemyon cepxanê yên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin hatibûn teqandin.
Xebatên hêzên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina bajarok ji mayînên çeteyan dewam dikin.
(zt)