Parêzer: Abdullah Ocalan sembola pêşerojê ye
15:31
JINHA
STENBOL - 200 parêzerên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re herikîn Gemlîkê, careke din bi hinceta 'keştî xerabe ye' rastî astengiya Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê hatin. Parêzeran astengiya kêfî protesto kirin û gotin, "Ya ku li Îmraliyê tê tecrîdirin, aştî û pêşeroja vê xakê ye."
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, parêzerên ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibînin, ji bo şikandina tecrîdê ji çar aliyên Tirkiyeyê herikîn Gemlîk a Bûrsayê. Parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin. Tevî parêzeren Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Weqfa Lêkolînê ya Hiqûq û Civakê, Komeleya Mafên Mirovan, Parlamentera HDP'ê û xwarziya Ocalan Dîlek Ocalan, Hevseroka berê ya KCD'ê Aysel Tugluk destek dan parêzeran. Lê belê serlêdana parêzeran careke din bi hinceta 'keştî xerabe ye' hat redkirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ebrû Gunay wiha axivî, "Tecrîda şidandî ya li Îmraliyê tê wateya şer, tê wateya neçareseriyê" û destnîşan kir ku ew ê tecrîdê qebûl nekin. Ebrû da xuyakirin ku ji bo dawîanîna li tecrîdê ew ê ji her alî ve têkoşîna hiqûqî dewam bikin.
'Em tecridê na pejirînin'
Daxuyaniya hevpar ji aliyê parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz Pinar Akdemîr ve hat xwendin. Pinar diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Qexedekirina hevdîtina parêzeran a bi muwekîlê me Abdullah Ocalan re, ku aliyekî tecrîda 16 salan e, îro ketiye sala pêncan. Ji bo hevdîtina herî dawî ya me pê re kir, di sala 2011'an de em roja 27'ê Tîrmehê hatibûn Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê û di bin kontrola hêzên ewlekariyê de em çûbûn Girava Îmraliyê. Ev 4 sal in ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, em serlêdanên fermî li rayedaran didin, lê belê bersiva neyînî werdigirin." Pinar destnîşan kir ku Ocalan li Tirkiyeyê tekane girtî ye ku nikare ji mafê axaftina bi telefonê ya bi malbatê, têkiliyê û xwegihandina agahiyan sûdê werbigire.
'Di her serlêdanê de em rastî bersivên nerênî tên'
Pinar anî ziman ku bi 10 mîlyon 328 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatin komkirin re dewlet divê vîn û realîteya gel qebûl bike û xwest, tecrîda şidandî ya ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve li hemberî Ocalan tê meşandin, derhal bê rakirin. Pinar got, "Ya ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye aştî û pêşeroja vê xakê ye" û bibîr xist ku dijderketina li zilma tecrîda li zîndana Îmraliyê, erka herî însanî ya hemû gelên vî welatî ye.
Pinar di dewama axaftina xwe de got, "Em weke parêzerên alîgirê çareseriya demokratîk û aştiyê ne dixwazin, Birêz Ocalan ne tenê bi parêzer, malbat û heyetê re hevdîtinê bike, di heman demê de merc bên afirandin ku bi rojnamevan, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesê dixwaze pê re hevdîtinê bike, biaxive." Pinar bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û ku li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên dewleta 'qada derveyî hiqûqê' diafirîne hestyar bin, li dijî tinekirina hêzên demokratîk û polîtîkaya tecrîdê ya xizmetê ji neçareseriyê dike û welêt ber bi kaosê ve dibe, rawestin.
Li dû daxuyaniyê, polîsan bi zorê parêzer ji ber Qereqola Jendermeyan derxistin û ev zordariya polîsan rê li ber aloziyê vekir.