Şahîdên buyerê Walî derewand: Eger buyer tune ba çima ewqas bombeyên gazê hat avêtin?

16:06

JINHA

AMED - Piştî mirina Beytullah Aydin ku ji ber êrîşê polîsan ji qata 7'ê a avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da şahîdên buyerê bertek li hember daxuyaniya Waliyê Amedê a ku dibêje 'Li wir buyer tine ye' dan û pirsa: "Eger buyer tune baya we çima ewqas bombeyên gazê li taxê reşandin? kirin." Şahîdê buyerê anîn ziman ku ambulans dereng hatiye û dozgerê ku hatiye cihê buyerê ji ber bêhna bombeyên gazê a zêde hilperîn kiriye.

Şevê din ciwanan êrîşên leşkerî ya li ser herêmên Parastinê yên Medya yê û operasyonê qirkirina siyasî ên li dijî gelê Kurd çalakî li darxistin. Li ser vê yekê li Kolanê Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê ciwanan rastî êrîşa polîsan ên bi bombeyên gazê, ava şid û çekan hatin. Di êrîşê de zarokên ku ji ber êrîşa polîsan reviyan û derketin ser avahiya bi navê Degîrmen ya li ser Kolana Ogretmenlerê. Dema zarokê bi navê Beytullah Aydin yê 11 salî xwest derbasî avahiya hember bibe, ji qata 7'an a avahiyê ket. Şahîdên buyerê diyar kirin ku Beytullah dema ku ji ber polîsan reviya ye ew ketiye û her wiha anîn ziman ku ambulans dereng hatiye cihê buyerê û ji ber vê yekê Beytullah jiyana xwe ji dest daye.

'Eger buyer tune baya we çima ewqas bombeyên gazê reşand?'

Şahîdên buyerê bertek li hember daxuyaniya Waliyê Amedê a ku dibêje 'Li wir buyer tine ye' dan û pirsa: "Eger buyer tune baya we çima ewqas bombeyên gazê li taxê reşandin? kirin."

'Eger Ambulans dereng nemaba wê Beytullah jiyan kiriba'

Li gorî vegotina şahîdan, Beytullah Digîrmen ji ber êrîşê polîs û bombeyên gazê reviye û xwe spartiye avahiyê. Beytullahê ku derdikeve qata 7'an a avahiyê dema ku dixwest derbasî avahiya hember bibe ji ber duyê bombeyên gazê a zêde hişê wî çûye û ketiye. Kesê despêk a ku ketina Beytullah dîtiye û alîkarî xwestiye M.B a 14'e saliye. Şahidê bi navê M.B. diyar kir ku dengek bi şid hatiye û li ser deng derketiye ber derî û wiha got: "Dema ku deng hat ez bi lez reviyam ber derî. Min dît ji avahiyê deng tê. Hevalên zarokê ku jiyana xwe ji dest dabû digotin 'Beytullah şiyar be.' Min mifteya komirdankê dît û min derî vekir. Min bang li cîranan kir û got 'Werin em zarokê ji vir derxin.' Zarok di nav xwînê de bû. Min xwest ku ez wî rakim lê pir giran bû. Pişt re min zarok girt hembêza xwe, carek nefes girt û berda, pişt re hîç nefes negirt. Dû re komên lêkolînê hatin. Lê ji ber gaza zêde lêkolîn nekirin û yekser çûn."

'Polîs çek kêşa û darp kir'

Şahîdê buyerê ya din jî got: "Polîsan roj pêde pêde bombeyên gazê li gel reşandiye. Piştî mirina Beytullah jî êrîş cardin ranewestî. Ji ber duyê bombeyên gazê a zêde ez neçar mam zarokê xwe ji taxê derînim û biçim taxek din. Heya derengiya şevê ev yek berdewam kir. Polîsan car car çek jî bi kar anî. Berî mirina Beytullah polîsan ji wesayîta zirxî peya bû çek li wan kêşandine û derp kirine."

'Dozger jî ji ber gazê isyan kir'

Şahîdên buyerê diyar kirin ku piştî mirina Beytullah dozger hatiye cihê buyerê û ji duya bombeyên gazê a zêde bandor bûye li ser vê yekê ji polîsan re gotiye, 'Hûn difikirin ku we çi kiriye, ezê derbarê we de kirarî bikim'.

(rc)