Jinan û ciwanan komîngeha xwe ya hevbeş vekirin
18:18
JINHA
EFRÎN - Endamên Komîna Ciwanan û komîna jinan ên navçeya gundê Xazariyana ya navçeya Mabata komîngeha xwe ya hevbeş vekirin.
Endamên Komîna Ciwanan a Şehîd Bedran û komîna jinan a Şehîd Ronahî yên navçeya gundê Xazariyana ya navçeya Mabata ya Efrînê bi marasîmekê komîngeha xwe ya hevbeş bi navê Şehîd Bedran vekirin. Bi dehan şêniyên gund beşdarî merasîma vekirinê bûn. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endamê TEV-DEM’ê Cemîl Mihemed û Endama YekîtiyaStar Îlham Hesûn axivîn û vekirina komîngehê li hemû gundiyan û bi taybte li ciwanan û jinan pîroz kirin.
Di merastîmê de her wiha rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Hawar Hesen axivî û şehîdên komkujiya Pirsûsê bibîr anîn û êrşa hovane bi tundî şermezar kir û got ku êrîş li dijî îradeya azad a ciwanan pêk hatiye. Hawar vekirina komîngehê li hemû gundiyan pîroz kir û got ku di komîngehê de dê hemû pirsgirêkên gundiyan bêne çareserkirin.
Di dawiya mersîmê de malbatên Şehîdan komîngeh vekirin û beşdaran xelekên govendê gerandin.
(rc)