Girtiyên PAJK'ê: Hişê xwe bigrin serê xwe
09:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di derbarê rewşa dawiya pêvajoyê de bi navê girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî daxuyanî da û got: "Ger Erdogan naxwaze dawiya wî jî bibe weke Saddam û Mursî divê bi lezgînî aqilê xwe bîne serê xwe û pêvajoya aştiyê neke qurbana îktidarê. Divê bizane ku di neçareseriyê de îsrar dê dawiya wî jî bîne."
Girêdayî rewşa dawiya pêvajoyê ser navê girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî daxuyaniyek nivîskî weşand. Kajîn balkişand ser diktatorên di dîrokê de ji bo berjewendiyên xwe gel qetilkirine û wiha axivî: "Di Dîrokê de hinek kes hene bi hişmendî û kinên xwe neyartiya mirovahiyê kirine. Frano yek ji wan diktarorê faşist bû. Çavên xwe li ser nirxên mirovahiyê sor dikir. Hitler dibin navê nijadperestiyê de komkujî pêk anî. Saddam li Helepçeyê hovîtiyek mezin pêk anî. Di dîroka gelan de hinek kesên lanetkirî hene ku ji aliyê mirovahiyê ve hatine lanet kirin. Lewra ew neyarên mirovahiyê perda reş li ser mirovahiyê de girtine û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj gel tune kirine."
'Erdogan di rêya dijminiya gelan de dimeşe'
Kajîn hişmendiya mêtînger rexne kir û wiha domand: "Heman hişmendiya mêtînger weke şurê Demokles li ser gelê Kurdistanê xilas nebûye. Îro di heman riya neyartiya gelan de Erdogan dimeşe. Divê Erdogan ji bîr neke bi saya gelê Kurd û Tirk li wê ye. Di despêka sozên wî de wekheviya gelan, rawestandina rondikên dayîkan, bidawîkirina şer û despêkirina pêvajoya aştiyê hebûn. Mixabin 12 sal li ser re derbas bû hîna jî pirsgirêk bi hemban dijwariya xwe li holê ye. Di daxuyaniyên wî de jî diyar dibe ku ji çareseriyê zêdetir boyî îktidara xwe xurt bike politîkayên xapandinê meşandiye. Li aliyekê dibêje 'Pirsgirêka demokratîkbûnê tineye.' Li aliyê dinê ji piştgiriyê dide çeteyên DAİŞ'ê yên ku li tevahiya cîhanê bûne belaya serê mirovahiyê. Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî maf bi her awayî piştgiriya çeteyan dike.
Hişmendiya Erdogan yekperezi ye. Dixwaze îktidara xwe ya yekperezî li ser gelan ferz bike. Demokrasiya gelan ji bo xwe weke tehdid dibîne. Wekhevî û yekîtiya gelan naxwaze. Di neçareseriyê de îsrar dike. Hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye betalkirin. Tecrîda li ser Serokatiya me didome. Her roj amadekariya şer dikin. Li qadên gerila operasonên hewayî tên kirin. Erdogan di her daxuyaniya xwe de gefan li tevgera azadiyê û hevdîtina Dolmabahçe yê nas nake. Bi van helwestên xwe li pêşiya xebatên aştî û çareseriyê astengiya herî mezin Erdogan e. Bi hişmendî û kirinên xwe Tirkiyê ber bi felaketek mezin ve dibe. Bi pêşengiya Erdogan û AKP'ê dê Tirkiye jî bibe weke Surî. Qeyran û qewusên mezin li ber deriye. Ger Erdogan naxwaze dawiya wî jî bibe weke Saddam û Mursî divê bi lezgînî aqilê xwe bîne serê xwe û pêvajoya aştiyê neke qurbana hirsa xwe ya îktidarê. Divê bizane ku di neçareseriyê de îsrar dê dawiya wî jî bîne.
Em weke girtiyên PAJK'ê bang li tevahî komele, sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û hemwelatiyan dikin ji bo carek dinê li Tirkiyê şer bilind nebe zarok û ciwanên me nekeve bin axê li hember Erdogan helwest girtin hewce dike. Ji bo aştiyek mayînde divê tecrîda ser Rêber Apo bê rakirin. Muzakere destpêbikin û gav bên avêtin."
(zt/ch)