Heyeta parlementerên Başur dê herêma hatî bombebaran kirin ziyaret bikin
10:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta ku ji parlementerên parlementoya Herêma Federala Kurdistanê pêk tên dê biçin cihê ku balefirên şer yên Tirkiyê bombebaran kirin Herêmên Parastina Medyayê.
Hat zanîn ku di kombûna Parlementoya Herêma Federala Kurdistanê de biryara heyetek ya parlementeran biçin herêmên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin ziyaret bikin. Li gorî nûçeya siteya internetê ya Xendanê ji parlementerên di heyetê de cîh digirin Serokê Koma Eniya Turkmenan Aydin Mehruf diyar kir ku wan di parlementoyê de biryara heyetek ya parlementeran biçin serdana herêmên ji aliyê balafirên şer ên Tirkan ve hatîn bombebaran kirin.
Hat zanîn ku dê di derbarê ziyaretê de raporek bê amadekirin û pêşkêşî parlementoyê bê kirin.
(zt/ch)