Zeynep Altiok: Em bi we şer nadin kirin!

11:09

JINHA

ÎZMİR - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêşhilbijartin pêk were û desthiladariya xwe bidomîne, dewlet bi hemû hêza xwe ketiye tevgerê û hewildide li Tirkiyê alozî şer û pêvçûnan pêkbîne. Parlementera CHP'a Îzmirê Zeynep Altiok Akatlı derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got: "Em ê wek CHP'ê û Bloka Aştiyê bi we re şer nekin."

Operasyona desthilatdariya AKP'ê ya li hember şoreşger û welatparêzan bênavber didome. Derbarê êrîşê hikûmeta AKP'ê û astengiyên ku ji bo canezeya Gûnay Ozarslan derxistine Parlementera CHP'ê ya Îzmirê Zeynep Altiok Akatli ji ajansa me re nêrînên xwe parve kir. Zeynep diyar kir ku, hê tû hikûmet li holê tune desthiladariya AKP'ê bi serê xwe operasyonan pêk tîne û bi vê yekê armanc dike ku pêşhilbijartin pêk bîne. Zeynep got: "Bi taybet ev sê rojan zêdetir êrîşên ku dibirin ser cenazeya Gûnay Ozarslan ya li Cemevi ya Gaziyê pêk hatî, tê dîtin ku dixwazin aloziyên mezin derxin holê."

'Pêwîste herkes ji bo aştiyê ked bide û bi aqlê selîm tevbigere'

Zeynep got: "Li hembr şer û pevçûnê pêwîste hemû aştîxwez li hûndir û derve bi aqilek selîm pêşî li van êrîşan bigrin û hemû êrîşên ku zerarê dide civakê, pêvajoya aştî û welat hişyar bin û pêşî li ajîtasyonên provokasyonên ku bandor dike bigrin. Ez tevahî êrîşên ku pêk tên şermezar dikin." Zeynep anî ziman ku pêwîste hemû gel di eksenê rêgezên aştiyê de têkoşînek hevpar bidin û erkên xwe ya demî bi cih bînin. Her wiha got, hemû gavên ku pêvajoya aştiyê bandor bike pêwîste bikeve kontrolê.

'Em ê wek CHP'ê û Bloka Aştiyê bi we re şer nekin'

Zeynep got ku bingehê alozî û pêşveçûnên demên dawî, hêrsa desthilatdariya Serokkomar Recep Tayyip Erdogane ya pêşhilbijartinê ye û wiha pê de çû: "'Em wek Bloka aştiyê bi we re şer nakin'. Em hemû di vê çerçoveyê de tevbigerin. Bi aqlek selîm ji bo ku welat û civaka me di nava aştî û kêfxweşiyê de bijî, wek partiyê CHP'ê û Bloka Aştiyê ji bo avakirina vê bingehê em ê xebatê xwe bidomînin."

(rc/ch)