Şewata ji ber bombebarana TSK'ê derket gundiyan dixe nava metirsiyê

11:14

JINHA

ŞIRNEX - Li Girikê Omeri yê nêzî gundê Aroşê Qilabanê ji ber bombebaranê şewat derket. Şewata ku derket gundiyan dixe nava metirsiyê.

Li navçeya Qilabana Şirnexê, ji ber bombeyên Qereqola Cendermeya a li gundê Aroşê, li Girkê Omerî yê li nêzî gund şewat derket. Şewat di demeke kurt de li tevahiya gir belav bû û li ser banga ji mizgeftê hat kirin, gundî çûn herêmê. Şewat, di encama hewldanên gundiyan de ber destê sibehê hat vemirandin.

(zt/ch)