Meclîsa Jinên Azad diçe Pîrsûsê

12:51

JINHA

SETNBOL - Meclîsa Jinên Azad civîna xwe ya koordînasyonê pêk anî. Di civîna koordînasyonê de biryar hat girtin ku jin biçin Pîrsûsê û derbarê buyerên ku hatine jiyandin de raporek amede bikin.

Meclîsa Jinên Azad a Stenbolê civîna xwe ya koordînasyonê pêk anî. Di civîna koordînasyonê de li gel mijarên têkoşîna rêxistinî a li hember pergalê û domkirina pêvajoya aşitî, her wiha êrîşên pêvajoya dawî ya hikûmeta AKP'ê jî hat nirxandin. Di civînê de bal hat kişandin ku tacîzkar û tecevûzkar neyên darizandin û bi "Zagona Pêşnumeya Sûçdariya Zeyendî" dixwezin vê yekê rewa bikin. Şerê ku em ketine nav de wê bandorê li hemû kesimên civakê bike. Li pêvajoyekî ku hemû qadê azadiyê jin hatibe dorpêçkirin aştî wê ne rojevek cûda be ji bo me."

Di civîna ku li ser girîngiya parastina cewherî hat seknandin û biryarên wiha hat girtin:

*Hemû raporteyên ku em ê di bin pêşniyara hashtagê de kombikin, li ser nêrîne Meclîsê dê biryar were girtin. Meclîsa Jina Azad pêvajoyê heyî dişopîne û vê şopandina xwe bi riya hashtagê xebatê xwe arşîv dike û ev yek dibe sedem ku di medya yê civakî de bê dîtin.

*Ji bo ku ji her komîsyonê endamek tevlî koordînasyona bibe dê bang li komîsyonan were kirin.

*Ji bo komîsyonan û xebatê ku bê meşandin bên arşîv kirin rêbazek were dîtin.

*Raporteya Ardahanê dê were temam kirin, parvekirin û bi parkirina despêkê re dê hashtag bê bikar anîn.

*Ji bo çûyîna Pîrsûsê dê heyetek bê avakirin. Heyet dê raporê amede bike û ev raporte wê were parvekirin.

*Di 16'ê Tebaxê de bi beşdarbûna hemû komîsyonan dê civînek a Koordînasyonê pêk were.

(rc/ch)