YJA-STAR nasnameya 4 şervanên xwe aşkere kir
16:10
JINHA
BEHDÎNAN- Navenda Çapemeniyê ya YJA STAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya YJA STAR'ê de hat gotin, "Dîroka têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, xwedî pêvajoyeke têkoşînê ya bi heybet e ku tê de bi hezaran destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Dîroka destanî ya gelekî ye ku li dijî înkar, mêtîngerî û qirkirinê serî rakir û ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk li ber xwe da. Em bi hezaran şehîdên xwe yên ev dîrok afirandin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em hevalên xwe Binevş (Fevziye Tekîn), Dîcle (Sevgî Hazar), Viyan (Zeynep Gasir) û Roza (Bedriye Aktî) yên di demên cuda de gihîştin şehadetê bibîr tînin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Nêrîn û felsefeya Rêber Apo ya ku jinê weke navenda jiyanê dibîne û destnîşan dike ku eger cîhaneke azad û aştiyane wê hebe ev ê bi pêşengiya jinê be, wezîfe û mîsyoneke mezin daye ser milê tevgera jinê ya vê pêşengiyê bike. Tevgera Jinê ya Kurdistanê, pêşengiya avakirina sîstemeke demokratîk, wekhev û azad ji bo hemû jinên cîhanê daye ser pişta xwe.
Peyama jinê ya ji vê mîsyonê re daye; bi bilindkirina têkoşînê re ji bo azadiya Rêbertî û azadiya jinê şerekî bêdudilî ye. Bi dest xistina vê astê ji aliyê jinên bi salan hatine binpêkirin û di nava civakê de tine hatine hesibandin, watedar e û serketineke mezin a jinên Kurd nîşan dide. Her berdêlên di vî şerî de hatine dayîn, bi watedarkirinê de bûne sedema bilindkirina asta têkoşînê. Her çar hevrêyên me yên gihîştin şehadetê, bi girîngî û wateya vê mîsyonê re tevlî têkoşînê bûn, weke gerîlayên YJA STAR'ê li gelek qadan xebat meşandin û serketinên mezin afirandin."
NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYÊN YJA STAR'Ê
Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:
Nasnav: Binevş Denîz
Nav paşnav: Fevziye Tekîn
Cihê ji dayik bûnê: Mûş
Navê dê û bav: Saadet, Mûhammed
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 1'ê Tebaxa 2011 / Rojhilatê Kurdistanê
Nasnav: Dîcle Delîla
Nav paşnav: Sevgî Hazar
Cihê ji dayik bûNê: Mersîn
Navê dê û bav: Kismet, Mehmet
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 1'ê Tebaxa 2011 / Rojhliatê Kurdistanê
Nasnav: Viyan Kiçî
Nav paşnav: Zeynep Gasir
Cihê ji dayik bûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Meryem, Baba
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 16'ê Gulana 2015 / Erzîrom
Nasnav: Roza Garzan
Nav paşnav: Bedriye Aktî
Cihê ji dayik bûnê: Wan
Navê dê û bav: Besriye, Fîkret
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 31'ê Tebaxa 2012 / Amed
(ch)