'Bi ruhê berxwedanê tevlî meşa Gemlikê bibin'

17:22

JINHA

AMED – Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek der barê meşa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em bi sed hezaran ji bo azadiya Serok Apo ji Amedê ber bi Gemlîkê ve dimeşe" de axivî û xwest ku her kes bi ruhê berxwedanê tevlî meşa azadiyê bibin.

Rêxistinên DBP-HDP ên Amedê der barê meşa ku di 1'ê Tebaxê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Amedê heta Gemlîka navçeya Bursayê pêk were, bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî de li salona Konferansê ya Wedat Aydin a DBP’ê civiyan. Rêveber û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî civînê bûn. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo ku rewşa Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê xweş bibe divê teqez Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.

‘Tevlî meşa Gemlîkê bibin’

Alî da zanîn ku feraseta ku dixwaze Kurdistanê vegerîne salên 90’î wê negihêje armanca xwe û wiha axivî: “Gelê Kurd ne wekî berê ye û wê bersiva êrîşan bide. Kesên ku dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rakbikin em ê li hemberî wan têbikoşin." Alî Şîmşek bertek nîşanî gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ê "Em ê PKK’ê îzole bikin û me hamleyeke nû dest pê kiriye" da û got: “Wateya vê axaftinê operasyonên nû yên li hemberî Kurdan e. Divê li hemberî van êrîşan em helwesta xwe diyar bikin.Em heta roja îro bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ meşiyan û me destkeftî bi dest xistin. Ji bo me wateya gotina windakirinê nemaye. Ji bo me tenê berxwedan heye. Em ê vê berxwedanê di roja 1’ê Tebaxê de bi meşa Gemlîkê dest pê bikin.”

Alî bangawaziya meşa bi şîara ‘100 hezar ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Gemlîkê ve dimeşe’ kir û axaftina xwe wiha domand: "Em bang li gelên xwe dikin ku tevlî meşa me ya bi dirûşma 'Em bi sed hezaran ji bo azadiya Serok Apo ji Amedê ber bi Gemlîkê ve dimeşe’ dikin. Em ê roja 1’ê Tebaxê ji ber avahiyên HDP-DBP’ê yên navenda Amedê saet di 16:00’de dest bi meşa xwe bikin. Ev meş berpirsyariyek ku nayê paşvexistine. Her kes berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û tevlî meşê bibin.”

(ch)