Jinen Ciwan a Rojava: Xwedî li zarok û welatê xwe derbikevin
09:14
Rûksen Efrîn /JINHA
QAMIŞLO- Jinen Ciwan li Kantona Cizîrê bi durişmeya 'Xwedî lê derbikevin' belavok belav kirin. Jinên Ciwan her wiha bang li tevahî jin û gelê Kurdistanê kirin ku li hember êrîşê çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkiyê şiyarbikin.
Li bajarê Qamişlo a Kantona Rojavayê Kurdistanê Jinên Ciwan hamleya têkoşîna azadiya jin bilind bikin dabûn despêkirin. Her wiha armanca hamlê ew e ku li her çar aliyê Kurdistanê li hember êrîşên ku pêk bên têkoşîn bikine. Bi armanca hêzkirina hamlê îro bi durişmeya 'Xwedî lê derbikevin' li hemû taxan belavok hatin belav kirin. Jinên Ciwan bang li tevahî gelê Kurdistanê kir ku, li hember êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkiyê xwedî li welat û zarokên xwe derbikevin kir.
Li hember qirkirina siyasî û êrîşên leşkerî ya dewleta Tirkiyê ciwanan derketin qada û ji bo bi hêzkirina têkoşîna rêxistinî derketin qada û belavok li gel hatin belav kirin. Jinên Ciwan diyar kirin ku ewê heya ku jin azadiya xwe bi dest bixe, ewê têkoşîna xwe bidomînin û pêşengtiyê civakê hildin ser milê xwe.
Rêveberiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo Jîn Hesan Reşo derbarê hemleyê de axivî û got: "Hamle bi armanca parastina jinên Kurdistanê berî du meh, me dabû destpêkirin û ev hamle hê didome. Her wiha armanca vê hamlê li beramberê her êrîşek pêk were çalakî li darxistin û ji raya giştî re vê êrîşê tehşîr kirine."
Jîn anî ziman ku ew hêzên xwe ji şervanên YPJ'ê digrin û ji bo domkirina vê xeta berxwedanê, ew ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Jîn axaftina xwe wiha domand: "Wek tê zanîn li Rojhilata Navîn jinan re riya jiyana azad ne hatiye hîştin û jin wek amûrek pergalê tê dîtin. Ji ber vê yekê têkoşîna azadî û rêxistinê girîng e. Armanca vê hamleya me dem dirêje û bi taybet em guhertina hişmandiya desthilatdariyê esas digrin."
Jîn bal kişand ser êrîşên dewleta Tirkiyê jî û wiha axivî: "Em êrîşên ku li ser gele Kurd a Rojava, Bakûr û Başûre Kurdistanê şermezar dikin. Weke Jinên Rojava em ê piştgiriya xwe ya li gelê xwe yê bakûrê Kurdistanê bikin û têkoşîna ku bi salane didome bi encam bikin."
Jîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîste hemû gelê me li hember êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkiyê şiyar bin û têkoşîna xwe ya rêxistinî bi hêz bikin."
(rb/rc/ch)