'Elewî divê li hember çeteyan parastina xwe pêk bîne'

09:16

Bêrîtan Elyakut-Mîzgin Tabu/JINHA

AMED- Hevseroka Dêrsîmê Nûrhayat Altûn ligel pêvajoya pevçûn û binçavkirinan aşkerekirina Elewiyan ya ji alî DAÎŞ'ê ve nîrxand. Nûrhayat diyar kir ku dewleta Tirk bi bombebarandina Qandîlê îlana şer dike û diyar kir ku kesên Elewî bila neyên lîstîkên dewletê û got: ''Cîhên ku Elewî li hindê bisekine dîyar e û ew jî cihê azadiyê ye. Divê hemû Elewî parastina xwe pêk bîne. Li hember çeteyên DAÎŞ'ê divê em bi yek bin û têbikoşin.''

Hevserokên şaredariyan bi armanca civîna rêveberiyên heremî piştî nîrxandina pêvajoyê derbarê helwesta xwe ya nû jî nîqaş meşandin. Demek dirêje pêvajoya agirbestê ya yek alî berdewam dike bi bombebarandina TSK'ê ya 24'ê Tîrmehê de li hemberî Qadên Parastina Medyayê bi dawî bû. Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin hê berdewam dike. Hevseroka Dêrsîmê Nûrhayat Altûn derbarê pêvajoyêde û hedefgirtina Elewiyan a ji alî DAÎŞ'ê ve axivî û da zanîn ku piştî serkeftina şoreşa Rojava û Kobanê kesên ku tehamûla vê nekir dest bi êrîşan kirin û got: ''Çeteyên DAÎŞ'ê ya bi destê AKP'ê hatiye ava kirin piştî şoreşa ku bi pêşengtiya jinê pêk hatiye xwestin pergala xweseriya demokratîk bixeniqîne. Lê dema negihîştin vê armanca xwe îcar dest bi êrîşên cuda ya hemberî gel kirin. Piştî van êrîşên hemberî gel û xwezayê îcar bi hinceta DAÎŞ'ê êrîşî PKK'ê dikin.

'TSK agirbestê xira kir'

Nurhayat da xuya kirin ku piştî hilbijartinan xeyalên AKP'ê ya îktîdarê vala hate derxistin û êrîş bi dû awayî pêk hat. Nurhayat anî ziman ku ya yekemîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandine û wiha pê de çû: '' Hemû gelên bindest di bin sîwana HDP'ê de hatin ba hev û bersiva desthilatdaran da. Niha jî hikûmeta ku tû meşrûyeta wî tuneye ji bo îktîdara xwe bidomîne li ser gelên bindest alozîya derdixîne û agirbestê jî bi dawî kirine.''

'Ji pêvajoya çareseriyê aciz bûn'

Nûrhayat bilêv kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Pûşberê ya HDP bendê derbas kir û AKP bi tena serê xwe nehat ser îktîdarê îcar dest plansaziya hilbijartinek din dike û wiha berdewam kir: '' AKP ji bo demên pêşî ketiye nava dîzaynek nû û ji bo vê hinceta derdixîne. Ev hincet bi gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê got 'mase tûne ye' dest pê kir û diyar bû ku ji pêvajoya çareseriyê aciz bûne. Erdogan hatiye asta leşkeran. ''

'Armanca operasyonan çewisandina gel e'

Nûrhayat destnîşan kir ku armanca operasyonan ji bo çewisandina gel e û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Dixwazin ku hemû kesan biçewisînin. Astengkirina meşa Bloka Aşitiyê jî rewşek awarte ye û divê hêzên demokrat li hember vê pêvajoyê baldar bin. Di hilbijartinan de dirûşma ' Em ê te nekin serok' li cîh bû û serkeftinek mezin bi dest xist lê niha kesên ku tehamûla vê nakin di nava hewldanên tolhildanê de ne ku niha polîtîqayên li gor vê bi kar tînin.'' Nûrhayat bal kişand ku wê bi dirûşma ' Em ê şer bi we nedin kirin' jî serbikevin û aloziya niha vala derbixînin.

'Elewî divê parastina xwe pêk bînin'

Nûrhayat da zanîn ku ji dîrokê heta niha li ser Elewiyan lîstîk tê kirin û diyar kir ku Elewî di pêvajoya dawî de sekna xwe ya hemberî desthilatdaran zelal kiriye û got: '' Pergalên heyî û kesên desthilatdar heta niha sîyaseta xwe her tim li ser tûnekirina Elewiyan pêk anîne. Îro ji ber ku Elewî êdî li ser xeta azadiyê daxwaza xwe ya azadiyê pêş dixîne AKP dixwaze Elewiyan jî bi destê DAÎŞ'ê îmha bike.'' Nûrhayat bal kişand ku kesên Elewî bila neyên lîstîkên dewletê û axaftina xwe wiha domand: '' Êdî em nebin maşeyên dewletê. Cîhên ku Elewî li hindê bisekine dîyar e û ew jî cihê azadiyê ye. Divê hemû Elewî parastina xwe pêk bîne û li destê tû kesê nenêre. Li hember çeteyên DAÎŞ'ê divê em bi yek bin û têbikoşin.''

(ch)