'Bi wêrankirina xwezayê re koçberî dest pê dike'
12:01
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED - Hevseroka DBP'ê ya bajarê Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku dewlet wek salên 1990'an de, destpêkê bi wêrankirina xwezayê dixweze koçberiyê bide destpêkirin û anî ziman ku pêwîste gel li hember wêrankirina xwezayê û hem jî li hember qirkirina siyasî derkeve kolanan û bertekên xwe nîşan bide.
Wêrankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî destpêkir û li navçeyên Amedê didome. Agirê ku ev çend roj in li Lîcê, Pasûr û Qarazê pêk tê, gel bi derfetên xwe hewldide vemrîne. Walî bi bihaneya ewlekariyê nahêle îtfaiye biçe cihê buyerê û her wiha welatiyên ku dixwazin agir vemrînin jî tên asteng kirin. Hevseroka DBP'ê ya bajarê Amedê Hafîze Îpek derbarê wêrankirina xweza û operasyonên qirkirina siyasî de nirxandin kir û da zanîn ku li hember gelê Kurd dewlet polîtîkayên qirkirinê pêk tîne.
'Dixwazin qirkirinê pêk bînin'
Hafîze bi lêvkir ku li Çiyayê Cûdî, Pasûr û Lîcê xweza tê wêrankirin û bal kişand ser agirê ku bi daristanên Lîcê ketiye kir. Hafîze got: "Bi xirabkirina hevsengiya xwezayê gelek zindî şewitîn. Qirkirina xwezayî li wir pêk tînin. Ev rewş polîtîkaya siyasî a dewletê diyar dike. Dixweze ji her alî ve qirkirinê pêkbîne. Dewletê bi qirkirina siyasî, êrîşên hember parastinê yên Medya yê, bi xwedî kirina çeteyên DAIŞ'ê li sînorê Kurdistanê û bi wêrankirina xwezayê tê wateyê îlankirina şerê topyekûn e. Ji bo ku agir bê vemirandin gel ked û hişyariyek mezin dide raber kirin. Li beramberî hemû astengiyan jî şaredarî û gelê me xebatên vemirandina agir didomînin lê li aliyê din helîkoprer agir bi daristanên me dixe."
'Bi şerek awarte dê hemû kes winda bike'
Hafîze diyar kir ku kes nikare pêşî li hember hêza gelên berxwedêr ên demokratîk rewaste û bang li gel kir ku têkoşîna berxwedana xwe berfireh bike û xwedî li xweza û doza xwe derbikeve kir. Hafîze anî ziman ku li vê erdîngeriyê her roj mirov dimirin û wiha got: "Dem derbasbû ku mirov ji şerê topyekûn re bêje rewaste. Bi şerek awarte dê hemû kes winda bike. Em ê tevî gelê xwe têkoşîna demokrasiyê bilind bikin û pêşî li şer bigrin. Bi bomberbarandina herêmên Parastinê yên Medyayê re hikûmeta AKP'ê dawî li xwe anî. Hêrsa xwe ya 7'ê Pûşberê wiha nîşan dide. Konsepta vî şerî bi yek ser fermana xwe ji Sarayê girtiye. Heta ku AKP konsepta xwe ya şer di rojevê de bigre wê winde bike. Gelê Kurd her dem alîgirbûna xwe ya aştî û demokrasiyê bilêv dikin lê AKP'ê û alîgirên şer DAIŞ'ê dikin bahane û êrîş dibin ser YPG'ê. Em wek hêzên demokrasiyê êrîşên herêma Parastinê yên Medya yê û YPG'ê şermezar dikin."
'Ji bo vemirandina agir ekîbên dildar hatin derxistin'
Hafîze anî ziman ku, dewlet wek salên 1990'an de, despêkê bi wêrankirina xwezayê dixweze koçberiyê bide despêkirin û got, ev yek ji bo gelê Kurd wek kêminek hatiye amede kirin. Hafîza da zanîn ku çiya û daristanên Kurdistanê wek gelê Kurd berxwedêre û got: "Kî çi dike bila bike nikarin daristanê me bidin zuha kirin. Armanca şewitandina daristanan cihê hêzên HPG'ê zelal kirine. Hemû gelê me bi rihek seferberiyê agirê li Lîcê vemirandin, lê ev yek nayê wateya ku carek din neyê şewitandin. Ji ber polîtîkaya qirkirinê li ser erdîngeriya me didin meşandin. Li hemû navçe, me ekîbên mudaxeleya rewşên bi vî awayî ava kir. Pêwîste gelê me destûrê nede siyaseta qirkirina xwezayê û bertek li hember vê bide nîşandan."
(rc/ch)