Parlamenterên HDP'ê serlêdana ji bo rakirina destlênedanê kirin

12:25

JINHA

ENQERE- Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken destnîşan kirin ku AKP bi girtina HDP'ê re dixwaze qada siyasetê û sîstema demokratîk bi temamî bigire û got, "Em ji nava têkoşînek berxwedanê ya bi rûmet tên, ku berdêl dide, lê serî natewîne." Pervîn û Îdrîs diyar kirin ku weke 80 parlamenter ew ê ji bo rakirina destlênedanê serlêdanê bikin û ev bang li partiyên din kirin; "Werin em destlênedana 550 wekîlan rakin. Bila her kes hesap bide."

Cîgirên Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

'Hemû saziyên dewletê bi Qesrê ve hatine girêdan'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Mixabin, welatê me bi pêkanînên darbeyên Dewleta Qesrê re rû bi rû ye, ku ev dewleta Qesrê encamên hilbijartinên 7'ê Pûşberê qebûl nekiriye û hewldide rejîma xwe ya dîktatoriyê di pratîkê de bi cih bîne. Ev pêvajoya em tê de ne, navê wê darbeyeke sivîl e. Hemû derfet û hêza dewletê li dora Qesrê bi awayekî dij qanûnê hatine birêxistinkirin. Hemû saziyên dewletê bi Qesrê ve hatine girêdan. Her tişt li Qesrê tê plankirin. Parlament, dadgerî, burokrasî, saziya siyasetê, medya, azadî, mafên mirovan û aştiyê bi gefa Dewleta Qesrê re rû bi rû ye. Dewleta Qesrê ku îro ti erka xwe ya destûra bingehîn û qesrê nîne û hikûmeta taşeron a di bin fermana Qesrê de ye, biryarên ku gefê li pêşeroja hevpar û jiyana 77 mîlyonan dixwin, werdigirin.

Dewleta Qesrê ya korsan û hikûmeta demkî ya bê erk, welêt ber bi rewşeke şer û şerê herêmî ve dehf dide. Armanca wan ew e ku sîstema xwe ya dîktatoriyê bixin meriyetê, sîstema xwe ya dizîtî û nelirêtiyê dewam bikin, dijberên xwe sûcdar bike û hesabên karên xwe yên qirêj nedin.

Ji bo kûrkirina vê pêvajoya darbeyê, girtina partiyê xistiye rojevê û rewşeke psîkolojîk amade dikin. Bi girtina HDP'ê re dixwazin qada siyasetê û sîstema demokratîk bi temamî ji holê rakin."

'Hûn ne di rewşa hesabpirsînê, di rewşa hesabdayînê de ne'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nûnerên zîhniyeta darbeyê yên îro neteweperest û AKP'yî ne û ev xal hat destnîşankirin:

"Yên ku cesaret dikin hesap ji me bipirsin û bi dayîna berdêlan gefê li me dixwin, em dixwazin bi awayekî zelal wan hişyar bikin. Cîhan hemû dizane ku hûn ne di rewşa hesabpirsînê, di rewşa hesabdayînê de ne. Hûn nikarin ji vê rastiyê birevin. We hînê hesabê nelirêtî, dizîtî û mîlyar dolarên li malên xwe veşartine, nedane. We hînê hesabê komkujiyên Roboskî, Gezî, Reyhanli, Amed û Pirsûsê nedane. Hînê hesabê polîtîkayên we yên Tirkieyê dixe nava şerê herêmî nehatiye dîtin. Hesabê çekên bi TIR'an ji DAIŞ'ê re hatine şandin, hê li rastê ne...Zîhniyeteke ku hesabê van hemûyan nedaye, mafê xwe nîne hesap ji HDP'ê bipirse."

Pervîn û Îdrîs diyar kirin ku ji ber têkiliya bi DAIŞ'ê re ya mijara darizandinê AKP, Erdogan û Davûtoglû ne û gotin, "Em bang li ew kesên HDP'ê dikin hedefa kampanya lînça siyasî dikin. Em natirsin. Serê me bilind e. Em xwe li pişt zirxê destlênedanê venaşêrin. Em ji kevneşopiyeke bi vî rengî nayên. Em ji nava têkoşînek berxwedanê ya bi rûmet tên, ku berdêl dide, lê serî natewîne."

'Bila destlênedana 550 wekîlan were rakirin'

Pervîn û Îdrîs diyar kirin ku bi îmzeya 80 wekîlan re ji bo rakirina destlênedanê ew ê serî li Serokatiya Meclîsê bidin û gotin, "Werin em destlênedana 550 wekîlan rakin. Bila her kes hesabê xwe bide. Em bang li AKP û MHP ên êrîşa li hemberî HDP'ê weke merîfetê dibînin dikin. Werin eger hûn diwêrin, eger ji we tê, eger hûn ji dil bin, em hemû destlênedanan rakin. Bila hemû dosyayên nelirêtî, dizîtiyê vebin."
Cîgiran bang li Erdogan jî kirin û gotin, "Eger ji we heye ku hesabekî hûn nikaribin bide tineye wê demê fermo hûn jî serî li parlamentê bidin û bixwazin destlênedana we bê rakirin. Hûn diwêrin an na? Bila her kes, hemû cîhan bibîne."

(ch)