Jinên Êzidî li çiyayê Şengalê konferansa xwe ya 1'emîn li dar dixe

12:49

JINHA

ŞENGAL - Konferansa 1'emîn a Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê bi durişmeya "Rêxistinbûna jinên Êzidî dê bibe bersiva hemû fermanan" bi 180 delegeyan li Çiyayê Şengalê dest pê kir.

Konferansa 1'emîn a Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê bi durişmeya "Rêxistinbûna jinên Êzidî dê bibe bersiva hemû fermanan" bi tevlîbûna 180 delege li Çiyayê Şengalê dest pê kir. Hevseroka Kantona Cizîra Rojava Hediye Yusuf, Hevseroka Rêvebiriya Meclîsên Kantonê Elîzabet Gevriye, Wezîra Jin Emîne Omer, Berdevka Yekîtiya Star Diya Hogir, ji Buroya Jin a Cenî Songûl Talay, ji Meclîsa Jinên Êzidî yên Ewropayê Leyla Boran û nêzî sed jinên ku li qampên Çiyayê Şengalê dijîn beşdarî konferansê bûn. Her wiha ji Qampa Newroz û Mala Êzidî yê Tirbesipiya Rojava gelek nûner tevlî konferansê bûn. Konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, bi hilbijartina dîwan û nîqaşên pêvajoyê didome.

(rs/rc/ ch)