KJA bangawaziya tevlîbûna meşa Gemlikê kir

12:59

JINHA

AMED- Ji bo meşa 1'ê Tebaxê ya bi pêşengiya TUHAD-FED'ê ya bi dirûşmeya 'Bi sed hezaran re em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin' a ji Amedê heta Gemlîkê, piştgirî ji jinan jî hat. Endama Desteya Rêveber a Kongreya Jinên Azad (KJA) Pelgûzar Kaygisiz bal kişand ser cidiyeta pêvajoyê û girîngiya meşê û destnîşan kir ku pêvajoya diyalog û çareseriyê ev çend sal in ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke dînamîkek bingehîn tê xebitandin. Pelgûzar diyar kir ku Erdogan ê xwe li serketina HDP'ê ya hilbijartinê ranegirt, Tirkiye ber bi kaosê ve biriye.

Pelgûzar da xuyakirin ku bi bombeya li Pirsûsê hatiye teqandin re ev pêvajo bi temamî veguheriye kaosê û got, "Piştî komkujiya li Pirsûsê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin û piştre wek operasyonên KCK ên 2009'an girtin û binçavkirinan dest pê kirin." Pelgûzar anî ziman ku di asta heyî de êdî operasyonên qirkirina siyasî hatine rojevê û da zanîn ku ev yek bi erêkirina Serokwezîr û Serokkomar hatine kirin.

'Abdullah Ocalan azad nebe dê pêvajo vegûhere kaosê'

Pelgûzar diyar kir ku sîstema Îmraliyê bi xwe tecrîd e û destnîşan kir ku tecrîda ev 4 meh in bêhtir hatiye şidandin parçeyek ji vê kaosê ye. Pelgûzar di çareseriya pirsgirêka Kurd û pûçkirina plana kaosê de bal kişand ser rola cidî ya Abdullah Ocalan û got, "Em dibînin ku heta Ocalan azad nebe ev pêvajo wê neqede û her dem wê veguhere kaosê. Lewma ji bo balkişandina ser rola Ocalan a di vî karî de û xistina rojevê ya azadiya wî, ev meş gelekî girîng e."

Pelgûzar diyar kir ku heta guhertinên qanûnî neyên kirin hevdîtina Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re wê bandoreke xurt li çareseriya pirsgirêkê neke û got, "Yanî hikûmet kengî bixwaze maseyê diqulipîne û li gorî dilê xwe heyetê naşîne, qrîzê derdixîne." Pergûzar diyar kir ku ji bo nîşan bidin Ocalan dînamîkê bingehîn ê vê pêvajoyê ye, ev meş gelekî girîng e û got, "Banga me li hemû jinan e; Divê jin bi awayekî çalak tevlî xebatên amadekarî, oxirkirin, çûyîna meşê bibin."

(ch)