Bersûcê tecawûzkar re 45 sal ceza tê xwestin
15:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Sezer Bektaş ê 31 salî derket holê ku zaroka 15 salî ya bi navê S.M'yê piştî derketina dibistanê şopandiye û bi gefan tecawûzî wê kiriye. Piştî giliya S.M ya dûcanî maye dozger lêpirsin vekir û ji bo kesê tecawûzkar 45 sal, ji bo bijîşkên ku S.M kûrtaj kirine re jî heta 10 salan cezaya girtîgehê xwest.
Li navçeya Pendik a Stenbolê Sezer Bektaş ê 31 salî zaroka 15 salî S.M bi gefên '' Ez ê zirarê bidim xwîşk û birayên te, malbata te'' tecawûz kir. Bûyer piştî zarok vê bi bavê xwe re parve kir derket holê û hate hînbûn ku S.M bi dûcanî hatiye hîştin û piştre kûrtaj kirine.
Hate ragihandin ku tecawûzkar bi hebên tiryakê tecawûzên xwe domandiye. Di der barê lêpirsina ku li Dozgeriya Komara Avahiya Dadê ya Anatolia hate destpêkirin ji bo tecawûzkar 45 sal ji bo bijîşkan ên bi navê Dr. Î.B û N.Y'de jî heta 10 salan ceza tê xwestin.
(ch)