Di konferansa Şengalê de peyama avakirina jiyanek azad

16:36

JINHA

ŞENGAL - Konferansa jinên Ezidî ku li Şengalê li dar xistibûnbi nîqaşan didome. Cigirê Meclîsa Rêveberiya Rojava Elizabet Gevriye di konferansê de axaftinek kir û da zanîn ku ew wek jinêk Sûryanî hestên jinên Ezidiyan baş fêm dike û got: '' lewre em heman êşê û qederê parve dikin. Em encax bi avakirina rêxistina jinê dikarin jiyanek azad biafirînin.''

1'emîn Konferansa jinên Ezidî ya ji alî Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê ve bi şîara '' Rêxistinbûyina jinên Êzidî dê bibe bersiva hemû fermanan'' bi tevlîbûna 180 delegeyan li çiyayê Şengalê hate lidarxistin. Di konferansê de weneyên jinên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane hate daliqandin. Axaftina vekirinê ji alî endamê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Hezil Agid ve hate kirin. Hezil da zanîn ku operasyonên ku dewleta Tirk û Kurdîstana Federal a li hember Qandîlê hevpar didin meşandin ji bo şikandina berxwedana Şengalê ye û got: '' Lê niha konferansa ku jinên Êzidî li çiyayê Şengalê didin meşandin bersiva herî mezin e. Jinên Êzidî wê bi berxwedanê û bi pêşxistina rêxistinkirina xwe dê bersivê bide hemû fermanan.'' Hezil da xuya kirin ku ji bo rizgarkirina jinên ku di destê DAÎŞ'ê de dîl hatiye girtin jî dê xebatên xwe bidomînin. Hezil bal kişand giringiya xweparastinê û got: '' Rêxistinî tûne be azadî jî pêk nayê. ''

'Konferansa me bersiva dijminê me ye'

Hevseroka Kantona Cizirê Hedîye Yûsif piştî axaftina Hezil Agid mafê axaftinê girt û bal kişand 73 fermana ku ji serê jinên Êzidî derbas bûye û diyar kir ku konferans bersiva ev 73 fermanan e. Hedîye da xuya kirin ku jin li hember van komkujiyan divê têkoşîna xwe hê bilind bikin û wiha pê de çû: ''Li hember hemû êrîşan heger îro em dikarin werin ba hev û gelê Êzidî çand û baweriya xwe heger hê didomînin ev bi saya berxwedana jinên Êzidî ne. '' Hedîye destnîşan kir ku gelê Kurd garantiya gelên Rojhilata Navîn e û wiha berdewam kir: '' Gelê me bi hezaran hate kuştin, jin hatin revandin, rastî tecawûza bûn lê dîsa jî berxwedana tevgera azadiyê her tim pêş ve çû. Çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê li hember berxwedana jinan têk çûye. Ev konferansa me jî bersiva dijminê me ye. '' Hediye piştî axaftina xwe li ser navê Kantona Cizirê sembola ' Melekê Tawûs' diyarî konferansê kir.

'Êşên me heman e, divê jiyana azad em bi hev re ava bikin.'

Piştre Cigirê Meclîsa Rêveberiya Rojava Elizabet Gevriye axivî û da zanîn ku ew wek jinêk Sûryanî hestên jinên Ezidiyan baş fêm dike û got: '' Lewre em heman êşê û qederê parve dikin. Em heman erdnîgariyê parve dikin û encax bi avakirina rêxistina jinê dikarin jiyanek azad biafirînin.'' Piştî axaftina Elîzabet li ser navê Meclîsa Êzidiyên Ewrûpa ya Berîvan Leyla Boran û ser navê Komeleya Ewrûpa ya Cenî endamê komeleyê Songûl Talay axaftinên kurt kirin.

Pîştî axaftinan rapora faaliyatên Meclîsa Damezrênerî ya Êzidiyên Şengalê hate xwendin. Her wiha derlemeya ku ji perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû amadekirin û peyama ku Endama Serokatiya Dîwana KCK'ê Sozdar Avesta şandibû jî hate xwendin. Peyam ji alî beşdarvanan ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin ku demek dirêj li ser piya bû şîrqîna çepikan.

Konferans bi nîqaşan berdewam dike.

(ch)