Malbatên şervanên HPG, YPG û YPJ'ê rastî êrîşa polîsan hatin

17:05

JINHA

ŞIRNEX - Parêzerên Baroya Şirnex û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ku ji 26'ê Tirmehê heya niha cenazeyên zarokên wan nayên dayîn ji bo ku cenazeyan bistînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopî dan.

Parêzerên Baroya Şirnex û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ku ji 26'ê Tîrmehê heya niha cenazeyên zarokên wan nayên dayîn ji bo ku cenazeyan bistînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopî dan. Ji 26'êTîrmehê heya niha ji bo ku dewleta Tirk destûrê nade cenazeyên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Birahîm Xelîl tên rawestandin. Malbatên ku bi rojane li Silopî disekinin her tim rastî êrişî polîsan tên. Îro jî di seatên sibê de polîsan êriş bir ser avahiya DBP'ê ku malbatê şervanan di avahiyê de bûn kirin.

Serokê Baroya Şirnexê Nûşirevan Elçi, tevî malbatên şervanan, bi beşdarbûna parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu û Aycan İrmez, parêzerên Baroya Şirnex û gelek welatiyan ve piştî li Serdozgeriya Komarê ya Silopî serlêdana suç kirin daxuyanî da. Nûşirevan da zanîn ku li gor hiquqa dewleta Tirkiye tu astengî li hember wergirtina cenazeyan tuneye û wiha axivî; "Li gor qanûnên dewletê kesek sax an jî mirî dema xwest derbasî Tirkiyê bibe ji aliyê hiquqî ve tu astengî li hember vê yekê tuneye. Lê hevdîtina me bi dozgeriyê re kirî, dozger ji me re got, 'Tu eleqeya vê mijarê bi dozgeriyê ve tuneye. Girtina cenazeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdayî ye. Tiştên em bikaribin bikin piştî hatina cenazeyê otopsiya wî ye."

'Cenaze di TIR'ekî de tên rawestandin'

Nûşirvan da zanîn ku ev pêkanîn kêfî ne û axaftina xwe wiha domand; "Bi van pêkanînan hiquq tê binpêkirin. Bi rojan e cenaze di TIR'ekî de tên rawestandin. Ev yek him li hember cenazeyan, him li hember malbatan bê hurmetiye."

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez jî axivî û diyar kir ku 13 şervanan li Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kirine û wiha berdewam kir: "Me mi qeymeqamî, Walî û Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk anîn lê dibêjin bi tu awayî em destûrê nadin ku cenaze derbasî Tirkiyeyê bibin."

Aycan herî dawî got ku ev biryar ji alî Lijneya Wezaretê ve hatiye girtin.

(ma/pk/ch)