Li Bazîdê pevçûn dijwar dibin, gel bû mertalên zindî
17:42
JINHA
AGIRÎ - Li herêmên gundên Zoravakir, Şexxulî, Tapuya û Birnê Reş ên navçeya Bazîdê ya Agiriyê di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derketin û pevçûn bi dijwarî didome. Piştî pevçûn dijwar bûn rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bazîdê ber bi herêmê ve bi rê ket.
Li herêmên gundên Zoravakir, Şexxulî, Tapuya û Birnê Reş ên navçeya Bazîdê ya Agiriyê di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derketin û pevçûn bi dijwarî didome. Ji ber bombebarana helîkopteran li herêmê şewat derket û yekîneyên leşkeriyê ber bi herêmê ve çûn û gelek wesayîtên zirxî jî ber bi herêma pevçûnê ve hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku pevçûnên di navbera HPG'î û leşkeran de bi dijwarî berdewam dikin.
Piştî pevçûn hatin bihîstin rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bazîdê û gelek welatî ji bo li herêmê bibin mertalên zindî ber bi herêma pevçûnê ve çûn.
Li aliyê din welatiyên li herêma pevçûnê li zozanan asê mayîn hatin dîtin û rewşa wan baş e.
(rc/ch)