Jinan li Parîsê gotin, ‘adalet û heqîqet’

17:44

JINHA

PARÎS - Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez lêgerîna edaletê didome. Weke her hefte Kurdistaniyan û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) gotin, “edalet û heqîqet”.

Kurdistanî û endamên SKB’ê yên li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê kom bûn, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, dowîzên ku operasyonên li hember herêmên gerîla û komkujiya Pirsûse şermezar dikin hilgirtin.

Girseya hat ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya bi dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Bimire dewleta faşîst a Tirk” gotin. Di axaftinên meşê de hat diyarkirin ku hêzên li pişt Komkujiya Pirsûsê nehatine ronîkirin û destê qetlîamker bi heman rengî komkujiyan didomînin.

Girseya hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan deqeyek rêzgirtin pêk anî. Di axaftinan de hat diyarkirin ku daraza Fransa îdîanameya têkildarî Komkujiya Parîsê temam kiriye, lê hê bi awayekî aşkera nayîne ziman ku Tirkiye li pişt komkujiyê ye.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku ji bo hesabên komkujiyan bipirsin wê çalakiyên xwe li qadan bidomînin.

(rc/ch)