Îşkenceya li Rihayê di rojeva Meclîsê de ye
17:49
JINHA
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven, îşkenceya li hemberî kesên ji aliyê Midûriyetên Emniyetê yên Bajarê Rihayê û Navçeya Serêkaniyê, xist rojeva Meclîsê. Leyla pêşniyaza pirs û pêşniyaza lêkolînê pêşkêş kir.
Leyla di pêşniyara lêkolînkirinê de got, "Di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Riha Serêkaniyê welatiyên bi navê Mehmet Nacî Yilmaz, Hasan Aydin û Sedat Aydin, li navçeyê di wesayîtê de ji aliyê polîsan ve bi hinceta heczê hatin sekinandin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Serêkaniyê. Piştî kar û barên li vê derê, welatiyên li hewşa Midûriyeta Emniyetê hatin sekinandin, bêyî sedemek bê nîşandan hatin binçavkirin. Di sibeha 23'ê Tîrmeha 2015'an de ji bo bibin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê, ji aliyê Emniyeta Navçeya Serêkaniyê ve teslîm hatine girtin. Di rê de wesayît guhertine û welatiyê me yê bi navê Mehmet Nacî Yilmaz li wesayîteke din siwar kirine û ew birine erdekî vala. Li vê derê, ji bo bi zorê sûc qebûl bike, lê îşkence hatiye kirin. Ew tazî kirine û gor pê dane kolandin. Kêr dane qirika wî û jê re gotine 'Em endamên DAIŞ'ê ne, em ê te li vir bikujin. Tuyê bêjî min du polîsên ku li Serêkaniyê hat şehîdxistin kuştiye'. Bi vî rengî zora qebûlkirina sûc bi rêbazeke derveyî mirovahî lê hat ferzkirin û îşkenceyeke giran lê hat kirin. Ev her sê welatiyên me piştre birine Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, li vir jî kîs xistine serê wan û bi qasî ku nikaribe bêhnê bistîne kîs şidandine, li wan xistine û îşkence li vir jî dewam kiriye." Leyla xwest li gorî xalên 104 û 105. ên Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê bûyerê lêkolîn bikin.
Leyla a HDP'yî ji Serokwezîr Ahmed Davûtoglû jî xwest bersiva van pirsan bide: "Der barê îşkenceya li welatiyên me hatine kirin de, lêpirsîn û lêkolîn li saziyên berpirsyar hatiye vekirin? Eger nehatibe destpêkirin sedema vê çi ye? Li hemberî vê bûyerê nezîkatiya Serokwezaretiya we çi ye? Siparteya vê îşkenceyê Qanûna Ewlekariya Hundir e? Îşkenceya bi peymanên navneteweyî re hatiye qedexekirin, gelo amûreke polîtîkaya we ya navxweyî ya 'dema nû' ye? Eger bi vî rengî be, der barê polîtîkayên xwe yên hundirîn ên bingehê ji vegera li salên 1980-90'î re amade dike, hûnê raya giştî agadar bikin?"
(rc/ch)