'Heya em cenazeyên xwe negrin em naçin'

09:44

JINHA

ŞIRNEX- Bi roja ne 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ/HPG'ê di deriyê Sinor yê Xabûrê de tê seknandin. Malbatên şervanan û gelê Şirnexê jî li ber Deriyê Xabûrê disekinin û diyar dikin ku ew heya cenazeyên xwe negrin venagerin.

Cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ/ HPG'ê ku bi roja ne li derîyê sinorê Xabûrê tê sekinandin hê jî nehatiye dayin û sekna malbat û gelê Şirnexê jî berdewam dike. Ev cenazeyên ku bi biryara Wezarata Karê Hûndir tê seknandin di nava TIR'ekî de tên hîştin. Cenaze ji ber ku germahiya heremê gihîştiye 50 dereceyî bi talukeya xirabûnê re ru bi ru ne. Malbat û kesên piştgiriyê didin nobeda wan a ser Sinorê Xaburê bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin wan.Dayika şervanê YPG'ê Veysî Cîn, Hûsna Cîn diyar kir ku ew bi roja ne di rewşekî nexweş de ne û wiha axivî:" Zextan li ser me dikin. Di cîhanê de tiştên herî xerab bi serê me de tînin. Ez ji xwedayê xwe hêvî dikim ku çawa dilê me dişewite wisa yê Erdogan jî bişewite." Hûsna anî ziman ku ew naxwaze êdi dayik bigrîn û wiha pê de çu:" Em zimanê xwe dixwazin. Çima ev tişt bi serê me de tinin. Em naxwazin edî xwîn birêjê."

'Walî ji Enqerê talîmat girtiye'

Hevseroka Şaredariya Silopî Emine Esmer derbarê mijarê de axivî û da xuya kirin ku heya niha gelek caran cenazeyên şervanan di deriyê Xaburê re derbas bûne û tû pirsgirêk derneketiye. Emine ji ber xwedîderkatina gelê Silopî ya li cenazeyên şervanan wan silav kir û got: ''Ev nehiştina derbasbûna cenazeyan bi pêvajoyê ve girêdayi ye. Hemû çiyayên Kurdîstanê bombebaran dikin, operasyonên qîrkirinê li ser gelê me didin meşandin ev hemû têkçûyina AKP'ê diyar dikin." Emine da zanîn ku Walî ji bo desturê nede derbasbûna cenazeyan ji Enqerê talimat girtiye û KDP'ê jî berî niha derbasbûna cenazeyan ya di deriyê Sêmalka de asteng kiriye. Emine destnişan kir ku polîtîqayên KDP'ê û Tirkiyê ji hev ne cûda ne û wiha berdewam kir: "Em vê nêzikatiya li hember gelê xwe qebûl nakin bi salane ev gel xwedî li cenazayên xwe derketiye û dê ji vir şunde jî xwedîderbikeve."

'Gelê Botanê serî natewîne'

Emine anî ziman ku ev rewş bêhûrmetiya herî mezin nişan dide û wiha axivî: ''Li Şirnexê çar parlementerên me hene lê ev çend roje li walî digerin walî bersiva telefonê wan jî nade." Emine bal kişand ser hinceta walî ku gotibû "Di dema merasima cenazeyan de alozî derdikeve û wiha axivî:" Em vê hincetê qebul nakin ev ji salekî zêdeye em li vir in, her deh rojan carekî cenaze di vî derî re derbas dibûn û tû alozî jî dernediketin." Emine di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di têkoşina çil salan de gelê Botanê her tim li ser piya bûye û wê tû carî jî li hember tû kesî serî netewîne.''

Dayika bi navê Hibê Kayaş jî axivî û diyar kir ku ew ji bo girtina cenazeyan ji Cizîrê hatiye û got: ''Ji miriyan re divê hinek hûrmet were kirin. Sekinandina cenazeyan tiştek şaş e û ev yek gûnekariya herî mezin e." Hibê bilêv kir ku ev kesan gerîla ne û gerîla li hember zilmê rabûne û kesekî ku li ber zilmê rabûbe divê hûrmet lê were dayin. Hibê diyar kir ku ew wek Dayikên Aşitiyê hatine da ku ev cenaze bibin û got: ''Heya em cenazeyên xwe negrin em naçin.'' Hibê herî dawî bang li hemû gelê Kurdîstanê kir ku xwedî li cenazeyên xwe derbikevin.

'Em banga yekitiya Kurdan dikin'

Dayika bi navê Sebîha Avcî jî axivî û diyar kir ku berî niha jî ev cenaze ji deriyê Sêmalka hatine sekinandin û destnîşan kir ku heger Mesut Berzanî cenazeyan li deriyê Sêmalka neda seknandin îro dewleta Tirk jî cenazeyan li vê derê nedida seknandin û wiha pê de çu: ''Divê Mesut Berzanî ji bo bombebarandina Qendîlê destur neda Tirkiyê. Em banga yekitiyê dikin pêwiste em Kurd bibin yek." Sebiha da zanin ku her roj diavêjin ser malên wan ku bi rojane nikarin bi rehetî razên û wiha dawî da axaftina xwe: '' Bi rojane malbat li vê derê mexdur dibin. Em ê heta dawî li pêy şehîdên xwe bin û em heta şehîdên xwe negrin ji vir naçin."

(ma/pa/ch)