'Em AKP'ê ji komkujiya hemberî jinan nasdikin'

10:42

JINHA

ÎZMÎR - Nûnera Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bisekinînin a Îzmîrê Sanem Deniz Kural anî ziman ku AKP qasî ji qetilkirina jinan berpirsyare ji komkujiyan û ji pêkûtiyên ya li ser hemberî raya giştî tê kirin jî berpirsyar e.

Jinên Îzmîrê der barê pêvajoya ku ji komkujiya Pirsûsê dest pê kir û bi bombebarandina Qadên Parastina Medyayê berdewam dike de nîrxandinên xwe anî ziman. Nûnera Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bisekinînin a Îzmîrê Sanem Deniz Kural destnîşan kir ku AKP êrîş li ser raya giştî ya demokratîk pêk tîne û got: '' AKP dijminatiya hemû muxalîfan dike. AKP qasî ji qetilkirina jinan berpirsyare ji komkujiyan û ji pêkûtiyên ya li ser hemberî raya giştî tê kirin jî berpirsyar e û niha jî amadekariya şerek navxweyî dike. Lê em ê tû carî destûr nedin vê yekê. Em jin li hemberî şer in û em nabin aligirê şerê AKP'ê''

'Bi têkoşînek rêxistinî dê pirsgirêk çareser bibe'

Rêvebira BDSP'ê ya şaxa Îzmîrê Ayla Sûbaşi anî ziman ku pêvajoya Geziyê ji bo gelê Tirkiyê merhaleyek bû û wiha axivî: '' Li aliyekî pêvajoya Geziyê, li aliyê din jî ligel hemû astengiyan israra gelê Kurd a di aşitiyê de û têkoşîna ya hemberî înkar û îmhayê raperînê bilind kir. Her wiha kedkar û karker jî li hember dagirkeran dest bi berxwedanê kirin. Lê heta roja îro tû daxwaza van kesiman nehat pejirandin'' Ayla destnîşan kir ku AKP polîtîkayek komkujî û teslîmgirtinê dide meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Divê em li hember dagirkeriyê, pergala heyî û nûnerê wî AKP'ê re têkoşînek hevpar bidin meşandin. Lewre bi têkoşînek rêxistinî dê pirsgirêk çareser bibe''

'Em ê ji bo aşitiyê şer bikin'

Rêvebira Mala Gel a Îzmîrê Gîzem Coşkun da zanîn ku AKP ji ber binketina hilbijartinan dixwaze ku Tirkiyê têxe nava şerekî navweyî û wiha pê de çû: '' Tiştên ku em niha dijîn ji me ne dûrin. Me berê jî van tiştan jiyandine. Tenê teşe digûhere. Di vî warî de divê em piştevaniyê bilind bikin. Di dîrokê de jî pêvajoyên wisa bi piştevaniyê sererast bûye. Divê em bi yek dengî li hember şer bisekinin û û ji bo aşitiyê şer bikin.''

(ch)