Jin li hemberî gefên 'hiş be' deng didin

11:38

Oykû Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL- Bertekên jinan yê hemberî Cigirê Serokwezîr û Berdevka Hikûmetê Bûlent Arinç ê ji bo jinên HDP'ê gotibû ' Wek jinek hiş be' bilind dibe. Jinan got: '' Dixwazin ku jinan bêdeng bikin lê heya ku ev konsepta şer di rojevê de be em ê dengê xwe bilind bikin''

Li Tirkiyê û Kurdîstanê hikûmeta AKP'ê qadên sîyasetê û jiyanê dixwaze ji jinan re teng bike. Parlamenterên AKP'ê jî li hember jinan her tim gotinên biçûkxistinê bi kar tîne. Mînaka herî dawî jî gotinên Cigirê Serokwezîr û Berdevka Hikûmetê Bûlent Arinç e ku di civîna meclîsê ya awarte de ji parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan re got ' Wek jinek hiş be' ye. Jinan li hember van gotinên Bûlent Arinç ya berê jî pir caran li hember jinan zimandirêjî kiribû dan zanîn ku armanca Bûlent Arinç astengkirina têkoşîna jinan e û gotin: '' Dixwazin ku jinan bêdeng bikin lê heya ku ev konsepta şer di rojevê de be emê dengê xwe bilind bikin''

'Dixwazin raperîna jinan biçewisînin'

Endama Mala Gel Hande Yanar li hember gotinên Bûlent Arinç wiha axivî: '' Gotinên wî yê îro kirinên wî ye. Di şerê ku li hember hemû gelan didin destpêkirin de her tim jinan hedef digrin.'' Hande diyar kir ku daxwaza AKP'ê di pêvajoya şer de bêdengkirina jinan e û got: '' Em dev ji daxwaza xwe ya aşitiyê bernadin. Dixwazin raperîna jinan biçewisînin lê heta konsepta şer bidome em ê dengê xwe bilind bikin.''

'Li hember şer daxwaza me ya aşitiyê heye'

Endama Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Mukaddes Erdogdu Çelîk destnîşan kir ku Bûlent Arinç di nava AKP'ê de temsîlîyeta hişmendiya nêrza dike û bi bîr xist ku Bûlent Arinç berê jî gotinên bi vî awayî kiriye û axaftina xwe wiha domand: '' Dema jin derdikevin pêş îcar êrîşî jinan dikin. Bûlent Arinç berê jî gotibû bila jin bideng nekene, bi pîvan tevbigere. Bûlent bi van gotinên xwe hişmendiya AKP'ê ya hemberî jinê diyar dike. Gotina wê ya di meclîsê de jî tê wateya ku biryara şer encax mêr digrin e.'' Mukaddes da xuya kirin ku bi van êrîşan tê xwestin ku hêza jinê were şikestin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Jin dê tû caran li hember van êrîşan serî netewîne. Li hember şer daxwaza me ya aşitiyê heye û divê em li hember serdestiya mêran daxwaza xwe ya azadiyê bilind bikin''

(ch)