Hamleya ciwanan a ji bo ciwanên Pirsûsê dest pê kiribûn bi dawî bû

13:51

JINHA

QAMIŞLO - Yekîtiya Ciwanên Rojava hemleya xwe ya 'Dilsoziya bi şehîdên Pirsûsê' re bi dawî kir. Di hemleyê de li seranserî kantona Cizîrê ji bo alîkariya bi xebatên ji nû ve avakirina Kobanê re alîkarî berhev kirin. Her wiha gelek lîstok ji zarokên Kobanê re hatin berhevkirin.

Bi armanca temamkirina hemleya endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku di komkujiya çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê de di 20'ê Tîrmehê de li bajarê Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn, Federasyona Ciwanên Rojava di 23'yê Tîrmehê de hemleyek bi navê "dilsoziya bi şehîdên Pirsûsê" re dest pê kir. Di hemleya ku 6 rojan li seranserî Kantona Cizîrê dom kir de, ciwanan alîkarî ji bo xebatên ji nû ve avakirina Kobanê berhev kirin. Piştî ku hemle bi dawî bû Yekîtiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endamên Kordînasyona Yekîtiyê Ciwanan Erdal Kobanê ve li pêşiya navenda Ciwanan a li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan endamên Yekîtiyê hate xwendin.

'Ji bo kenê zarokên Kobanê vegerin..'

Ciwanan di daxuyaniyê de anîn ziman ku ji bo projeya ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane alîkariya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê re nîvçe nemîne û dilên zarokên Kobanê şad bikin wekî endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava temamkirina projeya ciwanan girtin ser milên xwe û wiha berdewam kirin: '' Hemleya ku bi navê "Dilsoziya bi şehîdên Pirsûsê" re dest pê kir, alîkarî ji seranserî kantona Cizîrê ji bo xebatên ji nû ve avakirina Kobanê hatin berhevkirin. Her wiha ji bo kenê zarokên Kobanê vegerînin û dilên wan şad bikin, gelek lîstokên zarokan hatin berhevkirin. Têkoşîna me heta dilopa xwîna me ya dawî ji bo pêkanîna projeya şehîdên komkujiya Pirsûsê dê bidome.'' Ciwanan da zanîn ku piştî hemle bi dawî bibe, wê şandeyekê ava bikin û alîkariyên berhevkirinê bişînin Kobanê û li zarokan belav bikin. Ciwan di daxuyaniyêde bal kişandin êrîşên artêşa Tirk a li dijî Herêmên Parastina Medyayê û baregehên Burkan El-Firat ên li gundê Zormixar ya Kobanê û diyar kirin ku van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên ku ji Rojava derketine kirin û gotin : ''Erka xwe di parastina axa welat de pêk bînin."

(ch)