Çîyayê Gabarê ji ber bombebarandinê dişewite
14:39
JINHA
ŞIRNEX - Di pevçûna li quntarê Çiyayê Gabarê de 3 leşkaran jiyana xwe ji dest dan û li herêmê piştî helîkopterên herêmê bombebaran kirin şewat derket û şewat didome. Welatiyên ji bo mudaxeleyê li şewatê bikin çûn herêmê rastî astengiyê hatin û ji welatiyên çûn Herêma Derşewê jî nayê girtin.
Di pevçûna di navbera HPG û leşkeran a li quntarê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan serê sibê HPG'iyan êrîş li Tabura Cendirmeyan a Gormeç a Şirnex kirin. Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da û pevçûnê bi dijwar berdewam dike.
Ji ber bombebaranê şewat derket
Di dema pevçûnê de helîkopteran herêm bombebaran kirin û ji ber wê li herêmê şewat derket. Piştî welatiyan pevçûn bihîst bi rêveberên DBP'ê yên Dêrsûlê çûn herêmê. Welatiyên çûn herêma pevçûnê bi hinceta "ewlehiyê" leşkeran pêşiya wan girt. Leşkeran destûr neda welatî biçin herêmê û mudaxeleyê li şewatê bikin. Bombebarana leşkeran berdewam dike û welatî jî li herêmê sekna xwe didomînin.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Dêrgûlê Dursun Çakir diyar kir ku serê sibê 2 helîkopteran herêmê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de şewat derket.
'Heya cenazeyên me neyên rakirin em destûrê nadin'
Dêrgûlê anî ziman ku li gelek nokteyan şewat derket û ji bo bi welatiyan re şewatê vemirînin tevdigerin û wiha got: "Dema em hatin nokteya şewatê lê derketî fermandarê qereqolê ji me re got derbasî herêmê nebin. Destûr nedan em şewatê vemirînin. Dema me sedama wê pirsî gotin cenazeyên wan hene. Gotin du cenazeyên wan hene heye cenazeyan ranekirin destûrê danin."
Ji welatiyên li Qada Derşewê tu agahî nayên girtin
Dêrgûlê da zanîn ku ji welatiyên ji bo berê xwe bidin baxçeyên xwe çûn Qada Derşewê tu agahî jê nayên girtin û wiha axivî: "Em niha tu agahiyê ji wan nagirin. Li herêmê dengê bombeyên tê."
(ch)