Şahidên bûyerê: Polisan Hasan Nerse înfaz kirin

15:02

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyên şahidên bûyerê destnîşan kirin ku kesên hatine gulebaran kirin dema hewldane birevin bêçek bûne û dema Hasan Nerse(17) birindar ket polîsan dest û lingên wî girêdane û astengî ji bo ambûlansê derxistine.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyên şahidên bûyerê destnîşan kirin ku kesên hatine gulebarankirin dema hewldane birevin bêçek bûne û dema Hasan Nerse birîndar ket polis dest û lingên wî girêdane. Şevê din bi dehan wesayitên zirxî li ser kolana Kobanê ketin pey wesayitek sivil. Wesayitên polisan 4 kesên ji wesayitê revin dan ber gulebaranê û di encamê de Hasan Nerse û kesekê navê wî nehat zanin birindar bûn.

'Polîsan gule berdan ser her 4 kesan'

Welatiyê şahidên bûyerê N.E. destnîşan kir ku wesayitên zirxî ketibûn pey wesayitek sivil û da zanîn ku piştî wesayita sivil ket kolana Kobanê xwe li peyarê da û rawesta. N.E. bilêv kir ku 4 kes ji wesayitê hatin xwarê û reviyan. N. E wiha berdewam kir "Wesayitên zirxî gule berdan ser her 4 kesan. 2 kes birindar bûn lê ji wan yekî xwe xilas kir. Polisan ewil got birindarê cihê bûyerê destê xwe vekê û paşi dest û lingê wî girêdan. Polisan astengî ji bo ambûlansê derxistin û nehîştin ku kesên di ambûlansê de ne ji wesayitên xwe werin xwarê. Polisan kesê birindar hilgirtin û bêsedye wek telisek avêtin nava ambûlansê"

Di derbarê bûyerê de li çapemeniya AKP'ê iddia dike ku kesên gule baran êrîşî avahiya qeymeqamiyê kirine lê welatiyan ragihand ku berî înfaz kirinê li bajêr dengê çekan nehatiye bihistin. Cihê Hasan Nerse hatiye qetil kirin û avahiya qeymeqamiyê ji hev dû gelek dûr e.

Her wiha Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Enîse Guneylî Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, hevserokên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê ji bo şermezarkirina qetilkirina Hasan Nerse hatin cihê bûyerê.

'Bi kuştinê pirsgirêka Kurd çarêser nabe'

Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî destnîşan kir ku şevê din ciwanek hatiye infaz kirin û got her tişt di dimenê polisan parve kiri de xuya ye. Nûşîrevan da zanîn ku di dimenî de dest û lingên ciwanî hatine girêdan û got mirov dest û lingên ciwanê birindar çawa girêdidin? Nûşîrevan bal kişand ser pêvajoya aşitiyê û wiha axivi, "Divê hemû kes baş bizane bi kuştinê pirsgirêka Kurd çarêser nabê. Ev rê 30 salan hatiye ceribandin. Divê pêvajoya diyalogê demildest werê dest pê kirin û dawî li êrîşan werê kirin".

'Botan bi hêrs e'

Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da zanîn ku ev rewş encama neqebûl kirina serkeftina hilbijartinên 7'ê Pûşberê ne ku diyar kir ku piştî komkujiya Pirsûsê hikumetê pêvajoya şer daye dest pê kirin. Ferhat bilêv kir ku polis guleyan berdide çalakvanan û wiha axivi, "Ev heftiyek ku polis êrîşî gelê Botanê dike. Botan bi hêrs bûye. Rayedar dernakevin telefonên me. Rayedar me weke dijminên xwe dibinin". Ferhat da zanîn ku têkoşîna wan ya aşitiyê ye û wiha axivi, "Em naxwazin dayik bigrin lewma em têkoşîna aşitiyê didin. Lê hikumeta AKP'ê guh nadê dengê me"

Piştî axiftinan welatiyên kom bûne dirûşmên "Şehid namirin" avêtin û belav bûn.

(cno-co/ch)