Jin pirsgirêkên xwe li Mala Jinê çareser dikin

16:29

JINHA

KOBANÊ - Mala jinê ya girêdayî Navenda Yekîtiya Star e, li Herêma Kobanê piştî rizgarkirina Kobanê ji bo çreserkirina pirsgirêkên jinan xebat dimeşîne.

Piştî rizgarkirina Herêma Kobanê a ji çeteyên DAIŞ`ê û vegera welatiyên Herêma Kobanê di 21`ê Avrêla sala 2015 an de Mala Jinê ya li Herêma Kobanê ji nûve navenda xwe vekir û dest bi kar û xebatên xwe kir. Ji kar û xebatên sereke ku mala jinê pê re mijûl dibe jî piraniya wan kar û xebatên civakî ne û bi taybet jî pirsgirkên jinan wek berdan, lêdan, şideta li ser jinê, neheqiyên ku derbarê wê de têne kirin û gelek pirsgirêkên civakî yên girêdayî jinê ne tê navendê û li vir jin ji bo çareseriyê hewldidin. Jinan da zanîn ku heta niha zêdetirî 17 pirsgirêkên berdanê û 10 pirsgirêkên şideta li ser jinan ji aliyê endamên navenda mala jinê ve hatine çareserkirin.

Jinan anî ziman ku beriya çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî hesas û li gor pîvanên civakî ji aliyê endamên Mala Jin ve tê nîqaşkirin da ku çareseriyek jê re tê dîtin. Piştî ku çareseriya pirsgirêkê tê dîtin endamên Mala Jin bi xwediyên vê pirsgirêkê re nîqaş dikin û çareseriya pirsgirêka wan bi wan re nîqaş dikin.

Eger ku xwediyên vê pirsgirêka hemû riyên çareseriyê yên heyî qebûl nekir û bi endamên Mala Jin re nebin alîkar wê demê Endamên Mala Jinê vê pirsgirêkê dişîne Dada Asayîşa Jinê ya herêmê ku li gor zagonan bê ceza kirin.
Rêvebera Mala jinê a Herêma Kobanê Emîne Bozan diyar kir ku ew wekî jin bi hemû derfetên xwe kar û xebatên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dikin, ji bo ku hemû jinên civakê bi awayekî azad bijîn û wekheviyek di navbera zilam û jinê de bê avakirin.

Emîne da zanîn ku ji bo endamên Mala Jinê heftê rojekê perwerde tê dayîn û di perwerdeya xwe de dersên fikrî wekî dîroka jinê û girîngiya perwerdeyê jî dibînin.


(ch)