Li Şirnexê jinan nehîştin polîs têkevin taxê

16:39

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê jinan bend danîn pêşiya polîsên hewl dan bi wesayîtên zirxî bi ser malên taxa Vakifkentê de bigirin û pêşî li serdagirtina polîsan girtin.

Li Şirnexê polîsan danê nîvro hewl dan bi wesayîtên zirxî bi ser malên taxa Vakifkentê de bigirin. Jinan bend danîn pêşiya polîsan û nehiştin polîs têkevin nava taxê. Piştî vê berxwedana jinan şêniyên taxê ji bo polîs nekevin taxê têketina taxê bi keviran girtin.

Hat ragihandin ku gengeşiya li taxê didome û wesayîtên zirxî dem bi dem tên nêzî taxê û bê serûber bombeyên gazê davêjin nava taxê.

(ch)