Encamnameya Konferansa 1'emîn Jinên Şengalê hate aşkerekirin
17:34
JINHA
ŞENGAL - Di Konferansa 1'emîn Jinên Şengalê ya li çiyayê Şengalê hatibû lidarxistin encamname hate aşkerekirin.
Encamnameya Konferansa 1'emîn Jinên Şengalê ya li çiyayê Şengalê ji alî Meclîsa Jinên Êzidî hatibû lidarxistin hate aşkerekirin. Di encamnameyê de hate diyar kirin ku konferansa kudi salvegera komkujiya Êzîdîyan de pêk hat bersiva herî mezin e û wiha berdewam kirin: '' Fermana 73'an bi destê DAÎŞ'ê pêk hat û fermana herî mezin bû. bi hezaran jinên Êzidî di destê DAÎŞ'ê de dil hate girtin û rastî îşkence û tecawûzan hatin, li bazaran hatin firotin. Zarok, dê û bavê wan li ber çavên wan hate kuştin û ev hemû bûyer di sedsala 21'emîn de pêk hat.''
Di konferansê de 27 endamê meclîsê hate hilbijartin.
Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku ev fermana dawiyê bi gelê Êzidî daye fêmkirin ku divê Êzidî hêza xwe ava bike û li destê tû kesî, desthilatdaran nenêre. Encamname wiha berdewam kir: '' Di Konferansê de li ser van esasan me 27 endamê meclîsê hilbijart. Ev meclîs dê di nava xwe de koordînasyonek ava bike û li gor pêwistiyan komîteyên xwe ava bikin û xebat bidin meşandin.'' Di encamnameyê de hate gotin ku pêşî parastina cewherî, di hemû qadên jiyanê de wê rêxistinên xwe xurt bikin.
Biryarên ku di konferansê de hate girtin wiha ye:
- Bi pêşengtiya jinê xebata vegera kesên ku neçarî koçberiyê bûne were kirin.
Ji bo jinên Êzidî ya berê wan her tim didin Ewrûpa bisekinin û li hember van nêzîkatiyan têbikoşin. Lewre navê vê, komkujiya sipî ye.
- Kesên alîkariya Êzidiyan dixwaze bikin bila li ser axa wan, tevî çanda wan alîkar bibin.
- Konferansa me hêza YPJ-Ş ( Yekîneya Parastina Jinê Şengalê) wek hêza parastina jinê dibîne û ji bo pêşketina wê dê xwe jî berpirsiyar dibîne.
- Hemû jin bi hişmendiya xweparastinê ivê perwerdeyên leşkerî, sîyasî û hwd. bigrin
- Jin ji bo avakirina yekitiya jinan divê têbikoşin.
- Li hember êrîşa DAÎŞ û hemû êrîşên pergala nêrza bilindkirina têkoşînê esas e.
- Konferansa me malbatên ku zarokên xwe ji berxwedana Şengalê dûr dixînin rexne dikin û bangawaziya tevlîbûna ciwanan dikin.
- Em tevî meclîsa rûhanî li hember hemû polîtîqayên pişaftinê rexneyên xwe tînin ser ziman û ji bo parastina çand û kevneşopiyên xwe bangawaziya tevlîbûna berxwedanê dikin.
(ch)