'Peywira ciwanan pêşxistina parastina cewheriye'
09:13
Oykû Dîlara Keskîn / JINHA
STENBOL- Aktîvîsta DEM-GENC'ê Mûazzez Mogol der barê operasyon û pêkûtiyan de axivî û got: '' Peywira me ya ciwanan a li hember zextan pêşxistina parastina cewheriye. Axa Kurdîstanê ya me ye û xweparastin rewa ye. Jinên ciwan dê pêşengtiya vê bike.''
Li Tirkiyê û Kurdîstanê êrîşên li hember gelê Kurd û kesên mûxalîf dema hilbijartinan dest pê kir hê jî berdewam dike. Li gel van qetlîaman operasyonên qîrkirinê ya binçavkirin û girtinan jî didome. Ji ber pêşîgirtina komkujiyan dewlet ewlehiya gel nikare bigre HDP bangawaziya ' Her kes bila parastina xwe bike' kir û piştî vê bangawaziyê nîqaşên xweparastina cewherî dest pê kir. Aktivîsta DEM-GENC'ê Mûazzez Mogol jî der barê vê mijarê de axivî û bal kişand têkoşînek hevpar û got: ''Pergala desthilatdar ji bo astengkirina hevpariya me her tiştî dike.''
'Demek berî digotin aşitî niha bombe dibarînin'
Mûazzez bal kişand operasyonên ku li hember ciwanan dest pê kiriye û wiha pê de çû: '' Ji ber ku ciwan pêşengtiya gel dike û li ser xeta radîkal e dijmin êrîşî ciwanan dike.'' Mûazzez da zanîn ku dijmin ji bo astengkirina têkoşîna hevpar dikare pir tiştî bike û axaftina xwe wiha domand: '' Îxtîdarên ku demek berê behsa aşitiyê dikirin niha li ser serê me bombe dibarînin. Lê tû hêza ku heger ne samîmî be nikare tiştekî bi dest bixîne. Mafê tû kesî tuneye ku zilmê li ser gelê Kurd bike. Ciwan dê bersiva van êrîşan bide û pêşengtiya vê pêvajoyê jî dê jinên ciwan bikin.''
'Parastina cewherî rewa ye'
Mûazzaz axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Peywira me ya ciwanan a li hember zextan pêşxistina parastina cewheriye. Axa Kurdîstanê ya me ye û xweparastin rewa ye. Jinên ciwan dê pêşengtiya vê bike.''
(ch)