Ji zimanê zarokan şer guhdar bikin
10:11
Filiz Zeyrek/JINHA
ADANA - Zarokan diyar kirin ku naxwezin rûyê şer a rast bibînin û gotin: "Wê ji me re cîhanek çawa bihêlin em wê meraq dikin." Zarokan anî ziman ku rojeva şer bi wan re tirsek mezin daye avakirin û wiha gotin: "Em li Tirkiyê aştiyê dixwazin. Azadî mafê me ye jî lê Erdogan vê yekê napejirîne. Çiya, ajal û daran didin ber agir û dişewitînin, ev ne guneh e. Hûn çima vê yekê dikin? Erdogan çima vê yekê dike? Zarok, leşker û gerîlla jiyana xwe ji dest didin em naxwezin ku kes êdî bimre."
Bi taybet ji ber daxuyaniyên şer yên hikûmetê û bi zêdebûna êrîş û operasyonên qirkirinên siyasî rewşê Tirkiyê her ku diçe dikeve nava talûkeyek mezintir. Lê bê guman ya herî ku zêde ji êşên şer bandor bibe zarokin û ev yek ne xema hikûmetê ye. Bi zarokên ku temenê wan 6,7,12, û 14'e re me şer û bandorê wan nîqaş kir. Denîz Tavilogullari a 7 salî, ya ku li taxa Kûçûkdîkîlî a navçeya Seyhana Edenê dijî diyar kir ku şer gelek bêwate û qirêj e. Deniz got: "Ez 7 salî me, ez naxwazim li welatê me jî şer çêbibe. Ez dixwazim cîhana me xweşik be. Duh bi şev polîsan bombeyê gazê avêtin taxê û em gelek xirab bûn. Xwîşka min Rengîn heye ji ber dûmana zêde ya gazê hindik ma bixeniqe. Em naxwezin çalakî çêbin. Her roj helîkopter li ser serê me difirin, em ji dengê wê gelek ditirsin û bi şev em nikarin rakevin."
'Zarok cîhanek xweş dixwazin'
Denîz got: "Çima cîhana me ewqas tê qirêjkirin, çiya, ajal û daran dişewitînin ev ne guneh e? Hûn çima vê yekê dikin? Erdogan çima vê yekê dike? Zarok, leşker û gerîlla jiyana xwe ji dest didin em naxwezin êdî tû kes bimire. Em wek zarok cîhanek bi aşitî dixwazin. Hemû jî mezin in hûn çima şer dikin?."
'Wê cîhanek çawan ji zarokan re avabikin ez nizanim'
Dîlara Tan a 14'e salî ku li heman taxê rûdine diyar kir ku ji ber malbatê wê maxdûrê şer bûn ew tû car zaroktiya xwe ne jiyaye. Dîlara wiha pê de çû: "Wê rojê em li ber deriyê malê xwe rûniştî bûn, polîsan bombeyên gazê avetin taxê hem em tirsiyan hem jî em gelek pê bandor bûn. Çima vê dikin? Em li taxa xwe û li ber mala xwe nikarin êdî bileyzin. Wê cîhanek çawan ji zarokan re avabikin ez nizanim. Di nava pêlîstokên xwe de em naxwezin şer bileyzin. Her roj bi ser malan de digrin, birayên me digirin û dibin çima hûn vê yekê dikin?."
'Erdogan ez bang li te dikim, hûn çi ji me dixwazin?'
Dilara bilêv kir ku: "Bila bi şer mirov nemirin, em li Tirkiyê aştî û azadî dixwezin lê Erdogan naxwaze. Em êdî ji tirsan bi şev nikarin rakevin, êrîşên ku pêk tên derûniya me xirab kiriye. Erdogan tu çima vê yekê dikî? Ez bang li te dikim hûn çi ji me dixwazin? Em zarokin li taxên me êrîşên çek û bombeyên gazê tê kirin. Ev yek gelek bê wateye. Êdî bese em êdî şer naxwezin. Dema ku mezinên me şerdikin em gelek pê bandor dibin û ditirsin. Em şer naxwezin pêwîste ev pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî em naxwezin gerîlla û leşkerên me bimirin. Bila çekan dayînin êdî em dixwazin li kolanên xwe azad lîstikên xwe bileyzin."
'Em aştiyê dixwazin'
Ednanê 9 salî, Jiyana 6 salî ku hevalê hev ya leystûkê ne diyar kirin ku ew êdî bombeyên gazê û wesayitên zirxî li kolanên xwe naxwazin bibînin. Zarokan gotin: "Jiyana me di bin talûkê de ye, bese êdî em azadiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin, wek her kes azad bijîn xeyalên me jî hene. Em ne şer ne jî mirina mirovan dixwezin. Me gelek didin tirsandin. Çima mezinên me şer dikin ez wateyê nadim vê yekê."
(rc/ch)