Geşbûna agirê Gabarê û biryarên OHAL'ê
11:37
JINHA
ŞIRNEX- Li Çiyayé Gabaré agirê ku di bombebarandina duh de dest pê kir her diçe mezin dibe.
Li çiyayé Gabaré duh pistî ku di navbera gerîlayên HPG ù leşkeran de pevçûn dest pê kir herêm bi helîkopteran hate bombebarandin û agir bi daristanan ket. Welatiyén ku xwestin biçin agir bitefînin leşkeran bi hinceta ewlehiya wan tuneye û bombaran berdewam dike destûr neda gel. Agiré ku duh li Çiyayé Gabaré derketiye jî her ku diçe mezin dibe.
Her wiha Walîtîyê Şirnexé 9 heremên Şirnexê wek ' Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ' îlan kir û bi hinceta operasyanan çûyina van hereman qedexe kir. Ev jî pêkhateyên OHAL'ê ya salên 90'î tîne bîra mîrovan. Li gor daxûyaniya ji Walitiyê hate kirin heremên ku operasyon lê berdewam dike wê 15 rojan wek ' Hermên Leşkerî' hatiye îlankirin û qedexekirin. Ev biryar li ser daxwaza Lijneya Wezaretê dikare qasî 6 mehan jî were dirêj kirin.''
(ma/ch)