Dayikên Aştî: Eger keştiya we xirabeye bihêlin em bi keştiya xwe biçin

13:04

Zeynep Akîn/JINHA

ÊLIH -Endamê Meclîsa Dayikên Aşitî yên Elihê diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji vir û şûn ve ew ê hê çalak bin û tevlî pêvajoyê bibin û li hember hincetên dewletê a 'Keştî xirabe' gotin, : "Eger keştiya we xirabeye bihêlin em bi keştiyê xwe biçin û Rêberê xwe bibînin'."

Meclîsa Dayîkên Aştî ya Elihê destnîşan kirin ku li dijî êrîş û oparesyonên li hemberî gelê Kurd, sosyalîst û welatparêzan a ku pêk tê pêwîste her kes xwedî helwest be. Endama Meclîsa Dayîkên Aştî ya Elihê Muhlîse Kina balkişand ser helwesta hikûmetê ya kûrkirina şer û ji aliyê din ve girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hikûmet her carê hincetên ku keştî xirabe dide. Ew keştî ji bo wan dixebite, dema ku biçe ba Rêbertî xirab dibe? Ma ev keştî nayê tamîr kirin? Eger keştiyê wan tune be em ê bi destê xwe keştî çêbikin û biçin hinda Rêber Apo. Eger keştiya we tunebe destûrê bide vî gelî keştiyên xwe bila çêbikin."

'Ji bo aştiyê her dem bendan datînin'

Endama Meclîsa Dayikên Aştî Nuray Şen da zanîn ku, ew wek Dayikên Aştiyê kengî ji bo aştiyê bi rê ketine her carê bi şêwayek cûda re dibin asteng. Nuray anî ziman ku heya ku aştî pêk were û dawî li van mirinan bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Nuray axaftina xwe wiha domand: "Êrîşên ku pêk tê ne şexsiye li hember tevahî gelê Kurd e. Dibêjin em ê dawî li Kurdan bînin. Ma hûn dikarin Kurdan bi kuştinê biqedînin? Qet nikarin!." Nurayî da zanîn ku, li Pîrsûsê piştî qetilkirina 31 endamên SDFG'ê Erdogan li şûna ku berê xwe bide DAIŞ'ê Kurdan girt hedefê xwe û wiha pê de çû: "Bi wan bombeyên xayîn êrîşê can û çiyayên me dikin. Em êdî gotinê Erdogan nasdikin, êvarê çi bêje êrîşên roja piştî wê diyar diyar dibe. Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd gelek car axivîbû. Wê dawî li şer anîba û girtîgeh hatibana valakirin. Lê niha çi kir? Berovajî her ku diçe şer mezin dike. Me dawî hatina zordaran dît."

Nuray bang li dayîkên gerîlla, leşker û polîsan kir û got ku şer bi yek alî ve tê rêvebirin. Nuray wiha dom kir: "Ez bang li tevahiyê dayîkên aşitîxwaz dikim ku werin em li dora zarokên xwe xelek ava bikin ku zirar negihîşe wan. Bila dayîkên leşker û polîsan jî dest bidin destê me. Çima zarokên wan namrin yên me dimirin. Zarokên zordestan tu car nayên kuştin! Dema ku zarokên me tên kuştin ew û zarokên xwe li ser qoltuxê rûdinin û mirina zarokên me temaşe dikin. Ev şer tenê bi destê Erdogan ve tê rêvebirin û ji xeynî wî tû kes vî şerî napejirîne. Em ê destûrê nedin ku zarokên me bên kuştin. Em ê xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkevin û ji bo parastinê jî em ê xwe bikin mertal."

'Eger aştiyek pêk were mifteya wê Îmrali ye'

Endama Dayîkên Aştî Helîme Avci Erdogan şermezar kir û got: "Me wî nekir serok, wek gel me destûr neda ku bibe qiral û niha jî em ê destûrê nedin ku şer derbixe. Berpirsyarê mirinên hemû polîs, leşker û gerîlla Erdogan e." Halîme tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî nirxand û got: "Eger aştiyek pêk were mifteya wê Îmrali ye. Tecrîda li ser Rêbertî tê wateya tecrîdkirina pêvajoya aştiyê. Apo dikare bi gotinekî xwe pêşî li vî şerî bigre û biguhere." Helîme di dawiyê de got pêwîste hemû gelê Tirk wek gelê Kurd daxwaza xwe ya aştiyê bîne ziman."

'Eger keştiya tune be bihêle gel bi xwe keştiya xwe çêbike'

Herî dawî Muhlîse Kîne jî axivî û anî ziman ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê li hember hemû gelê Kurd e û wiha got: "Azadiya me bi azadiya Rêber Apo re misoger dibe." Muhlîse destnîşan kir ku, vîna gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ev pêvajoyek dirêje pê re hevdîtin neyê kirin û wiha pê de çû: "Rewşa Rêbertî çawa ye? Derbarê tenduristiya wî de agahiyê me tune ye. Ji bo ku ji Îmraliyê tiştek ji bo aştiyê neyê kirin rê li pêşî Rêberê gelê Kurd tê girtin. Pêwîste demek kin de hevdîtin bi rêbertiya me re were kirin."Muhlîse anî ziman ku, hikûmet her carê bi hincetên ku keştî xirabeye destûr nade ku hevdîtin pêk were û got: "Ew keştî ji bo wan dixebite, dema ku biçe ba Rêbertî xirab dibe? Ma ev keştî nayê tamîr kirin? Eger keştiyê wan tune be em ê bi destê xwe keştî çêbikin û biçin hinda Rêber Apo. Eger keştiya we tunebe destûrê bide vî gelî keştiyê xwe bila çêbikin. Êdî bila fêmbikin ku riya diçe Îmraliyê ji bo me pîroz e."

(rc/ch)