Meşa Gemlîkê bi pêşengtiya jinan dê pêk bê
13:23
Şirin Hıso/JINHA
WAN - Jinên Wanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Dayîka Zekiye Kaya diyar kir ku ev tecrîda li ser birêz Abdullh Ocalan hatiye kirin dê li ber pêvajoya aştiyê bibe asteng û got: " Hikûmeta AKP'ê çiqas polîtîqayên qirêj bide meşandin jî, em tu carî ji şopa serokê xwe gav şunde navêjin."
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê pêk bînin û tecrîda Îmraliyê her ku diçe girantir dibe. Ji 5'ê Avrêlê de jî hevdîtinên heyeta Îmraliyê tê asteng kirin. Ji ber vê tecrîda giran pêvajoya çareseriyê jî êdî ketiye asta xetereyê û her roj bi armanca rakirina tecrîdê çalakî tê li dar xistin. Niha jî amadekariya çalakiya 1'ê Tebaxê ya meşa ber bi Gemlîkê ve tê kirin.
' Em ê ji Amedê heta Îmraliyê xwe bikin pira aşitiyê'
Dayîka bi navê Zekiye Kaya derbarê pêvajoya tecrîdê de axivî û destnîşan kir ku heta ku dilopek xwîn di laşê wan de hebe ew ê ji bo Rêberê PKK'ê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Ez bang li hemû jinan dikim ku destê xwe bidin hev û di şopa serokê xwe de ji bo aşitiyê bixebitin. Em bi salane bindestin. Dema me serokê xwe nas kir me xwe jî nas kir. '' Zekiye bal kişand meşa Gemlîkê ya di 1'ê Tebaxê de were kirin û got: '' Em ê ji Amedê heta Îmraliyê xwe bikin pira aşitiyê lewre êdî bes e ji vê bindestî û pêkûtiyan re. Ez ji Erdogan dixwazim ku bila hinek destê xwe bide ser wîjdana xwe. Em berê xwe didin ku derê rastî komkujiyan tên. Roboskî, Serêkaniyê, Kobanê û Pirsûsê dilê me de bû kûl. Em jin dê xwe bikin mertal ku fîşekên li zarokên me dibarînin bila li wan nekevin. Lê tenê daxwazek me heye ew jî aşitiye."
'Gelê Kurd bi operasyonan naqede'
Dayika Zekiye anî ziman ku gelê Kurd bi xistina zindana û operasyonan nayê qedandin û axaftina xwe wiha domand: " Em heya dawiyê dibêjin aşîtî. Lê heger di dawî de me wek gelekî aşitîxwaz qebûl nekin, em ji şer re jî amade ne. Erdogan bila qêrîna me bibihîse û lêborîna xwe ji hemû jinan bixwaze.'' Dayika Zekiye bang li parlamenrea jî kir ku li pişta gelê xwe bisekinin û got: '' Erdogan her kesî li dora xwe dike alav û difroşe."
'Li pista me xwedayê me, piştre serokê me ye'
Dayîka Cahîde Ulmez jî derbarê mijarê de axivî û bang li hemû cîhanê kir ku ji bo tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe bila dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: " Bi salane hêsirên çavên dayîkan wekî çemê Feratê dibare. Em jin ji Amedê heya Îmraliyê çi bikeve ser milên me em ê bikin. Xebat û baweriya Erdogan li ser malên dinê ye lê em ji bo şeref û azadiya xwe têkoşînê didin. Ji ber ku em xwedî mafin, em li hemberî her kesî jî serbilind in. Em ê her dem li pêy doza xwe bin.'' Dayika Cahîde bilêv kir ku êdî gelê Kurd şiyar bûne û di nava cîhanê de bi berxwedana xwe bi nav û deng in û wiha berdewam kir: '' Bi kuştin,şewitandin, sotin û pişaftinê ew nikarin gelekî tune bikin. Her jinên Kurd bi zarokên anîne wek welatekî ne. Lewre serokê me jî zarokek bû, îro bûye hêviya hemû cîhanê û bi milyonan Kurd rakiriye ser piyan. Pişta me pêşî li xwedayê me piştre jî li serokê me ye."
'Meşa 1'ê Tebaxê dê bi pêşengtiya jinan pêk bê'
Rojbîn Akdag bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ya ya domdar û gavneavêtina hikûmeta AKP'ê napejirînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: " AKP'ê dê zirarek mezin ji vê pêvajoya şer bibîne. HDP'ê bi vîna gelan benda dijhiqûqî derbas kir. AKP jî dixwaze tola vê têkçûnê ji gelê Kurd û Serok Apo bistîne. Lewre heqîqet û fesefeya serok Apo wan ditirsîne. Lê divê AKP'ê zanibe ku heger ew destê aşitiyê ya serok Apo, negrin dê ev şer li her derê geş bibe. Em tenê rakirina tecrîda ser serokatî naxwazin, daxwaza me azadiya serok e.'' Rojbîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser meşa 1'ê Tebaxê jî û got: '' Meşa mezin a Gemlikê dê bi pêşengtiya jinan pêk bê.''
(ch)