Gerîlayên YJA-STAR'ê: Em soza rizgarkirina Şengalê didin
14:53
JINHA
ŞENGAL- Gerîlayên YJA Starê yên şahidîtiya komkûjiya 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê kirine, behsa wan kêliyan kirin. Gerîlayan diyar kir ku komkûjiya 73'an yek ji komkûjiyên herî mezin a li hemberî gelê me ye. Gerîlayan soza rizgar kirina Şengalê dan Êzdiyan.
Salek ji ser komkûjiya Şengalê ya li dijî Êzidiyan ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû pêk anîn derbas dibe. Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo pêşî li komkûjiya li dijî Êzidiyan bigirin, hatin Şengalê û ketin pozisyona parastina welatiyên ji komkûjiyê reviyane. Gerîlaya YJA Starê Eser Aras û Zîlan Rustem ên piştî komkûjiyê weke koma yekemîn derbasî Şengalê bûne, ji RojNewsê re axivîn.
Eser Aras di nava koma destpêkê ya gerîlayan a hatî Şengalê de cih digire. Eser hestên xwe wiha anî ziman: "Her kesê ji komkûjiyê rizgar bûyî, di rastiya xwe de bi tena serê xwe dîrokek e. Min piştî komkûjiyê di nava koma yekemîn a gerîlayên hatine Şengalê de cih girt. Dema em hatin Şengalê, hem li pêşiya me û hem jî li pêşiya gel pêvajoyek nû hebû. Dema em nû hatine, korîdor girtî bû. Piraniya gel di destê DAIŞ'ê de bû. Wê demê pêwîstî bi cesaretek mezin hebû. Ji ber dema mirov dîmenên ku gel di dema komkûjiyê de dîtine di ber çavan re derbas bike, pêwîstî bi hêzek mezin hebû. Koma gerîlayan a hatî, ligel YPG/YPJ'ê di vekirina korîdorê de cih girtin. Armanca me ya yekemîn ew bû em welatiyan derbasî Rojava û cihek bi ewle bikin. Mirovên şahidîtiya wê demê kirine, baş dizanin gel wê demê çi êş kişand. Ev komkûjiya 73'an a komkûjiya herî mezin a hatî serê gel e. Di rastiya xwe de dema mirov temaşeyî vê rastiyê bike, her kesê dixwest em Kurd werin tûnekirin."
Şengal û Êzidî ji bo me pîroz in
Eser destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî hêza gerîlayan şikestin û wiha pê de çû: "Niha li Şengalê hin hêz û cemaet timî vê yekê dibêjin, 'Em li Şengalê Êzidiyan diparêzin.' Lê di rastiya xwe de yên di dema komkûjiyê de gel bicih hêlane, ev hêz bûn."
Gerîlaya YJA Starê Eser bilêv kir ku Êzidî û Şengal ji bo wan pîroz in û wiha pê de çû: "Piştî pêngava rizgar kirina Şengalê dest pê kir, me gelek herêm rizgar kirin. Pêvajoyek pir zehmet bû. Ji ber bi salan bû me şerê li çiya dimeşand, me di demekê de xwe di nava şerê li bajêr de dît. Despêkê pir zehmet bû. Lê weke gerîlayên fedayîyên gel, me her tişt li ber çav girt û bi vî awayî me di berxwedana Şengalê de cih girt. Me serkeftinên tû kesî hêvî nedikir bidestxistin. Çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê gelek şikestin. DAIŞ'ê dît ku gerîla qebûl nakin ne êriş li dijî gelê Kurd û ne jî li dijî gelên din çêbibin."
Eser Aras destnîşan kir ku hêzên YBŞ/YPJ-Şengal wê Şengalê rizgar bikin wiha axivî: "Ciwanên Êzidî yên YBŞ/YPJ-Şengal avakirine, wê ligel me Şengalê rizgar bikin. Bila her hêza ku bixwaze êrişî Şengalê bike wê yekê baş bizane di dema her êrişekê de wê ciwanên Şengalê li beramberî xwe bibînin. Em wek her ferdekê mîlîtanên PKK'ê soz didin şehîd û gelê xwe, em ê Şengalê rizgar bikin. Divê hemû ciwanên Êzidî tevlî berxwedana Şengalê bibin."
Em ji bo gel û cihên pîroz hatin Şengalê
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Rustem jî ragihand ku ew ji bo parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şengalê hatine û wiha got: "Yekemîn salvegera komkûjiya Şengalê nêz dibe. Ev saleke ez di berxwedana Şengalê de cih digirim. Min di nava koma despêkê ya gerîlayan ku ji bo parastina Êzdî û cihên pîroz hatine de cih girt. Rojên despêkê, rewşa gel û komkûjiya dij mirovane pir zehmet be."
Rondikên çavên zarokan weke guleyan in
Zîlan Rûstem bal kişand ser tirs, guman û zehmetiyên Êzidiyan piştî komkûjiyê dîtine û wiha got: "Dema gel despêkê me dîtin, tevî em nas nedikirin; ji ber çekên destê me ji me pir ditirsiyan. Dema zarokên biçûk temaşeyî çekan dikirin û rondik ji çavê wan dihat, ji bo me pir zehmet dihat. Mafdar bûn, ji ber DAIŞ'ê bi heman çekên weke yên di destê me de li dijî wan komkûjî pêk anîbûn. Zarokên şahiditî kirine, dayîk, bav û birayên wan li pêş çavên wan bi awayek hov hatin qetilkirin. Lê ferq kirin em ji bo parastina wan hatine û tirsa heyî ji ser xwe avêtin. Bi demê re gel rastiya PKK'ê fêm kir û piştî bi çavê xwe dîtin, roj li pey rojê tirs û gumanên wan bi dawî dibûn. Ew roj ji bo me pir zehmet bûn. Tirsa gelê me ya wê demê, rondikên ji çavên zarokan dihat, meşa zarok û dayîkan a di meha Tebaxê de ya bê pêlav li ser cadeya qîr dimeşiyan, em pir pê diêşiyan."
Gerîla Zîlan bilêv kir ku Êzidî gelek ji gerîlayên jin bi bandor bûn û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Dema em despêkê hatine, welatiyên Êzidî û bi taybet xort, ji ber gerîlayên YJA Starê matmayî diman. Digotin, jinek çawa dikare bi vî awayî şer bike, ji bajarekê bê û li bajarek din şer bike."
Em ê Şengalek rizgarkirî pêşkêşî gel bikin
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Rûstem di dawiya axaftinên xwe de wiha got: "Êdî gelê me ji bo azadiyê diqêre, heta her çar parçeyên Kurdistanê rizgar bibe û felsefeya Rêbertî pêk were; wê ji bo azadiyê biqêrin. Em ê cihên pîroz ên Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin, Şengalek rizgarkirî pêşkeşî gelê xwe bikin. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd bûne, gelê me yê hate qetilkirin û hatine revandin hilînin. Em soz didin em ê Şengalê rizgar bikin."
(ch)