'Ji bo jiyana azad meş ber bi Gemlîkê ve şerte'
15:27
Bêrîtan Canozer - Şehrîban Aslan / JINHA
AMED - Jinan dan zanîn ku ji bo dawî li operasyon û êrîşên ku dawî li Tirkiyê pê tê were pêwîste Heyet bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û ji bo gavên çareserî pêk were bang li tevahî gel hat kirin ku di 1'ê Tebaxê de ji her çar alî ve tevlî meşa Gemlîkê bibin hat kirin. Jinan gotin: "Ev meş dê bibe meşa evîna azadî, aştî û têkoşînê."
Jinan êrîş û operasyonên qirkirina siyasî a dewleta Tirkiyê û domkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya dijmintiya aştî û mirovahî kirine. Xebatkara Kurdî-Der Dîlber Yilmak diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê bi xwe re aloziyê bîne Tirkiyê û wiha got: "Zihniyeta înkar û îmhayê vê tecrîdê pêk tîne. Ne tenê di warê çandî de êrîş dike her wiha bi operasyonên qirkirina siyasî ve êrîşek topyekûn li hember gelê Kurd daye despêkirin. Bi taybet ev êrîş AKP'ê pêk tîne û her ku diçe zêde dibe. Tu kes nikare pêşiya têkoşîna gel bigre."
'Em dibên aştî ew şer li hember me vedikin'
Dîlber da zanîn ku li hember daxwezên aştiyê ya gelê Kurd herdem bi polîtîkayên qirêj bersiv didin û wiha got: "Ji bo rakirina tecrîda heyî emê têkoşîna xwe ya çandî û siyasî de li berxwe bidin. Tu kes nikare pêşî li tevgera gel bigre. Mînaka li ber çavan şoreşa Rojava ye. Hemû cîhan dizane ku çiqas em bibêjin aştî li ser nasnameya me êrîş û polîtîkayên qirêj yên şer didin meşandin. Roja îro eger herkes bi Kurdî dipeyve sedema vê têkoşîn û berxwedana salaye. Pênûsa me wê bibe çeka me. Eger ne wisan be ziman û çandê me jî wenda dibe. Pêwîste em têkoşîna xwe berfireh bikin. Di vê çerçoveyê de meşa 1'ê Tebaxê ya dîrokî gelek girînge. Ji bo azadiya jin û xwezayê ev meş xwedî girîngiyek mezine."
'Dewlet dixweze me bibe sala 1990'an'
Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîde Ezgî Yalçin destîşan kir ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gelê Kurd û bi taybet jinan bandor dike û got jin dizane ku azadiya wê bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve pê hatiye. Ezgî anî ziman ku, ji ber vê yekê tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan heman demê de li ser jin jî pêk tê. Ezgî da zanîn ku dewleta Tirkiyê bi operasyonên qirkirina siyasî, hilweşîna gundan û êrîşên ser gel tê wateyê tunekirina Kurdan xistiye hedefê xwe û wiha domkir: "Em wek saziyên jin li hember êrîşan ku pêk tê dê têkoşîna me bidokme. Em di wê ferqê de ne ku dewlet bi vê rêbazê xwe dixweze me bibe sala 1990'an. Lê belê emê neyên van leystûkan. Eger em parazvanên azadiya jin in, wê demê erkê ku dikeve ser milê me emê bikin."
'Tenê jin û ciwan dikare pêşî li şer bigrin'
Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîde Fatma Gûlçîçek diyar kir ku, pêwîste jin bi aweyek çalak xwedî li pêvajoyê derbikevin û got: "Vê pêvajoyê Erdogan dixweze desthiladariya xwe bidomîne. Ciwan û zarok dibin dibin qurbanê vê pêvajoyê. Hikûmet li gor xwe pêvajo despêdike û diqedîne. Lê avakarê vê pêvajoyê bi rêz Abdullah Ocalane. Ji ber vê yekê emê nehêlin ku ev pêvajo bikeve xizmetê dewletê. Tenê jin û ciwan dikarin pêşî li vî şerî bigrin."
'Ev meş wê bibe meşa jiyana azadiya jinan'
Fatma wiha domkir: "Em wek jin banga HDP'ê ya 'Emê şer bi were nekin' rast dibînin û xwedî lê derdikevin. Bi vê polîtikaya qirkirinê hem dixwezin xweza hem jî mirovahî tune bikin. Ev tola hilbijartinê ye. Bi hezaran ciwanên me girtin kî dizane çi ji wan dikin. Meşa ku wê bi pêşengiya TUHAD-DER di 1'ê Tebaxê de pêk were di vê wateyê de gelek girînge. Ev ne tenê meşeke. Dibe ku êrîşê meşê jî bikin û bibin asteng lê belê emê dev ji vê meşê bernedin. Ev meş dê bibe meşa evîna azadî, aştî û têkoşînê ya gelekî."
(rc)