'Heya em xelayên şehîdan pêk neyînin sekin tuneye'

16:33

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo Şervanê YPG'ê Ali Sunektekin (Elî Teyî) li gundê Teqyanê yê Silopî mewlûd hate dayîn. Hevseroka KCD'ê Irmak di mewlûdê de axafî û wiha got; ". Em soz didin şehîdên xwe heya ku em xeyalên wan pêk neyînin û tola wan hilnedin em ê nesekinin."

Li gundê Teqyanê yê navçeya Silopî ya Şirnexê ji bo Şervanê YPG Ali Sunektekin (Elî Teyî) ku di 27'ê tîrmeha 2015'an li Serêkaniyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî meş hat li darxistin û mewlûd hat dayîn. Li gel Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Selma Irmak, Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Aycan İrmez û Ferhat Encu, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Enise Guneyli, hevşaredar û aktîvîstên KJA'yê herêma Şirnex, Sêrt û Mêrdînê , hevserok û rêveberên HDP/DBP ên herêma Botan, gelek nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi hezaran welatî tevlî mewluda ji bo Alî hate dayîn bûn. Girse ji têketina gund heya konê sersaxiyê meşiya û di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û ŞervanêYPG'ê Alî hatin hilgirtin. Her wiha diruşmên, "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin.

'Rihê berxwedana Rojava êdî derbasî her çar parçeyên Kurdistanê bûye'

Piştî ku girse gehişt konê sersaxiyê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Silopî Nadir Kuday sersaxî ji malbatê re xwest û got ku heya, dilopek xwîn di laşê wan de hebe ew dê li pey doza şehîdan bimeşin. Nadîr destnîşan kir ku êdî tenê ne berxwedana Rojava heye ji îro û pêde berxwedana Kurdistanê heye.

Hevserokê DBP'ê yê Şirnex Salih Gulenç jî di kesayeta Alî de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha axivî; "Rihê berxwedana Rojava êdî derbasî bakûr û hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Piştî 100 salan ku Kurdistan hatibû parçekirin îro bi berxwedana lehengên Kurdistanê, Kurdistanê ber bi yekparçebûyînê ve diçe."

'Heya em xeyalên şehîdan pêk neyînin, xwarin, vexwarin û sekinandin tuneye'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî sersaxî ji malbatê û kurd re xwest û ev tişt anîn ziman; "Gelê kurd gelek zilm û zorî dîtiye lê serê xwe li hember van zordariyan ne tewandiye. Gotinek me heye ji dinyayê re şehîdên me rûmet û hebûna me ne."Selma diyar kir ku şehîdan mîrasek ji wan re hiştiye û axaftina xwe wiha domand; "Şehîdên me dibêjin heya ku rojên azad neyên vê xakê xwarin, vexwarin û sekinandin ji were tune ye. Em jî soz didin şehîdên xwe heya ku em xeyalên we pêk neyînin û tola we hilnedin em dê nesekinin."

'Helwesta li hember 13 cenazeyan, him dijî îslamî him jî dij mirovî ye'

Selma bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a li hember 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û wiha pêde çû; "Îro jî zilmek nedîtî li ser gelê me tê meşandin. Erdogan dibêje îslam, lê em dipirsin, bê hurmetiya li ser van cenazeyan e îslam? Ev rewş ne tenê li dijî îslamiyetê her wiha li dijî mirovatiyê ye jî."
Selma herî dawî bi lêv kir ku hebûna wan bi saya şehîdan e û heya ew şehîdên xwe wernegirin dê bi tu derê ve neçin.

Birayê Alî, Nehyet Sunektekin jî got ku şehîd tenê ne yê malbatê ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Nehyet anî ziman ku birayê wî ne şehîdê yekemîn e û ew dê ne şehîdê dawiyê jî be.

Mewlûd bi xwedina mewlûdê û belavkirina xwarinê bi dawî bû.

(no/rc)