KJA: Nedayina cenazeyan asta herî bilind a faşîzmê ye'
16:43
JINHA
ŞIRNEX- Aktivîstên KJA'yê derbarê helwesta AKP'ê û dewleta Tirkiye ya li hember 13 cenazeyên şervanên HPG, YPG, YPJ'ê de daxuyanî da. Hevşaredara Tilqebîn-Wehsit Rabia Tekas got ku weke gelê Botanê û jinên KJA heya ku cenazeyên şehîdên xwe wernegirin dê li ber xwe bidin.
Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê li gel Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Enise Guneyli, hevşaredar û hevserokên HDP/DBP'ê yên herêmê bi tevilbûna dehan aktîvîstên jin derbarê helwesta hikumeta AKP'ê û dewleta Tirkiye ya li hember 13 cenazeyên şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ku ji 26'ê Tîrmehê heya niha destûrê nadin ku malbatên wan cenazeyên zarokên xwe wergirin û derbasî bakûrê Kurdistanê bikin li bajaroka Tİlqebîn-Wehsit daxuyanî dan. Jinên KJA'yê li demeke kurt Rêya Dîrokî ya Îpekê ji trafîkê re girtin û li ser navê KJA'yê Hevşaredara bajaroka Tilqebîn-Wehsit Rabia Tekas axivî.
'Li tu welatî li hember cenazeyan bêhurmetiyek wiha tuneye'
Rabîa diyar kir ku cenazeyên 13 ciwanên me bi nêzîkbûnek keyfî tên rawestandin û axaftina xwe wiha berdewan kir; "Di şoreva Rojava de ji bo projeya mirovahiyê 13 ciwanên me canê xwe dane û ev 6 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûr destûr nade ku malbatên me cenazeyên zarokên xwe wergirin. Ev pêkanîn ne tu ol ne jî tu baweriyê de heye. Li tu derê li hember cenazeyan bêhurmetiyek wiha nehatiye dîtin."
Rabîa got ku pêkanînên AKP'ê yên li hember cenazeyan noqteya faşîzmê ya dawiyê ye û wiha pê de çû; "Hikumeta AKP'ê ji xwe re dibêje misilman û bi Lijneya Wezîran ji bo cenazeyan biryarê derdixe. Li cîhanê yekane dewleta ku ji bo cenazeyan biryarê distîne dewleta tirk e. Ev gazê noqteya dawî ya faşîzmê ye û cihê xelasbûna gotinê ye."
'Em van pêkanînan lanet û şermezar dikin'
Rabîa bi lêv kir ku li hember Kurdan û hêzên demokratîk ewqas dijminî ten kirin aîdê Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Em van pêkanînan nalet û şermezar dikin. Bila hikumeta AKP'ê û serokomar vê yekê baş bizanibe gelê Kurd û hêzên demokratîk, gelê Kurd û gelên Tirkiyê çawa ku ev nekirin serok dê destûrê nedin ku ew şer bike."
'Devjêberdana vê faşîzmê ji bo AKP'ê û serokomar pêwist e'
Rabîa herî dawî got ku heya ew cenazeyên şehîdên xwe wernegirin dê bi tu derê ve neçin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Em ji hikumeta AKP'ê û serokomar re dibêjin, devjêberdana vê faşîzmê ji bo wan pêwist e. Gelê Kurd û hêzên demokratîk ev 40 sal in li ber xwe dide, heya îro têkoşîna xwe domandiye û dê ji vê seknê gavekê paş ve neavêje. Em weke gelê Botanê, jinên KJA'î û hilbijêr heya ku cenazeyên şehîdên xwe nestînin bi tu derê ve naçin. Bila hemû raya cihanê û hikumeta AKP'ê vê yekê baş bizanibe."
Piştî axaftina Rabîa daxuyanî bi diruşma, "Şehîd namirin" bi dawî bû û rê ji trafîkê re vebû.
(kom/ch)