Nasnameya 9 şervanên jiyana xwe ji dest dane hate aşkerekirin

17:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 9 şervanan ku di demên cuda de li kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 9 şervanên YPG’ê di demên cuda de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya xwîna şehîdan hatiye afirandin roj bi roj dibe şoreşa mirovahiyê di dîrokê de.

Berxwedana ku li Rojava hat meşandin, şoreşek bi ked û xwêdana azadîxwazan hatiye pêşxistin.

Ev demeke komên çete êrîşên hovane li ser Kantona Kobanê û Cizîrê de dide meşandin. Lê bi saya berxwedana ku Yekîneyên me li hemû çeperên şer didin nîşandan hemû hewldan û êrîşên çeteyan têk dibin û erka parastina pêkhateyên Rojava bi gelemperî didin ser milên xwe, îro em deh 9 rêhevalên xwe oxir dikin ku bi vîneke mezin şerkirin û di van pevçûnên de rolek sereke leyîstin gihiştin asta şehadetê

Em wek YPG,YPJ soza ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin nû dikin. Rêya parastina nirxên mirovahiyê heta azadiyê hedef bigrin.

Nasnameya şervanan wiha ye:

Nasnav: Denîz Derya

Nav: Leyle Dede

Navê dayikê: Yeldiz

Navê bav: Mustefa

Cihê jidayikbûnê: Gever

Cih û dîroka şehadetê: 14-07-2015-gundê Bip Isa



Nasnav: Amed Zagros

Nav: Mihemedcan Temîz

Navê dayikê: melez

Navê bav: Mihemed Alî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 gundê Tıl Mıhêsıne Alxerbî



Nasnav: Êrîş Colemerg

Nav: Çêvat Dınçer

Navê dayikê: Hamail

Navê bav: Hacî

Cihê jidayikbûnê: Hakarî

Cih û dîroka şehadetê: 16-7-2015 Girê Sipî – gundê Şikêro



Nasnav: Dewrab Ronî

Nav: Hamza Demir

Navê dayikê: Seher

Navê bav: Kûtbetîn

Cihê jidayikbûnê: Muş

Cih û dîroka şehadetê: 16-7-2015 Serê Kaniyê



Nasnav: Rohat Çarçila

Nav: Jiyan Akgul

Navê dayikê: Binêş

Navê bav: Senar

Cihê jidayikbûnê: Gever

Cih û dîroka şehadetê: 26-7-2016 gundê Til Xenzîr



Nasnav: Qendîl Gever

Nav: Rohat Akgul

Navê dayikê: Xemê

Navê bav: Dinar

Cihê jidayikbûnê: Hekarî – Gever

Cih û dîroka şehadetê: 26-7-2016 gundê Til Xenzîr



Nasnav: Serhed Ararat

Nav: Ferhad birimogilu

Navê dayikê: Hanim

Navê bav: Seyid

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Cih û dîroka şehadetê: 26-7-2016 gundê Til Xenzîr



Nasnav: Sekvan Arnos

Nav: Serdar Guzel

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Ismayil

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: 17-1-2015 Hesekê



Nasnav: Sînan Amed

Nav: Abdulrehman Palandiken

Navê dayikê: Suriya

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: 25-7-2015 Hesekê

(ch)