Li Agirî polîs 3 kesan înfaz kir

08:27

JINHA

AGIRÎ - Li Agiriyê tîmên taybet bi ser malekê de girtin û welatiyên bi navê Sezaî Yaşar, Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gokturk înfaz kirin.

Li taxa Sitkiye ya Agiriyê bi sedan tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser malekî de girtin. Polîsan ketin û derketina taxê girtin û mal gulebaran kirin. Di encama êrîşê de polîsan Sezaî Yaşar (26) birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk înfaz kirin. Cenazeyên welatiyan li mala lê hatin înfazkirin tên girtin û bi sedan welatiyên agahî girtin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kom dibin. Di navbera polîs û welatiyan de dem dem rageşî derdikeve.

(kom/ch)